UNAMI raporta amadekariyên hilbijartinên Iraqê dide Encûmena Asayîşê

Hewlêr (Rûdaw) - Şanda Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê UNAMI ragihand ku heta roja 25ê meha Sibata îsal tenê 86 kesan navên xwe bo hilbijartinên giştî yên Iraqê tomar kirine û ji wê hejmarê jî tenê 12 ji wan jin in.

UNAMI di raporta xwe ya şeşemîn de ku ji Encûmena Asayîşa Navdewletî re şandiye, behsa amadekariyên Iraqê bo hilbijartinên çaverêkirî û hûrgiliyên hevkariyên UNAMI bo Komisyona Bilind a Hilbijartinan dike.

UNAMI di raporta xwe de dibêje, heta 25ê meha Sibata îsal tenê 86 kesan navên xwe bo hilbijartinan tomar kirine û ji wê hejmarê jî tenê 12 berbijêr jin in. Herwiha ragihandiye, ji hemû berbijêran 3 berbijêr hene ku nûnertiya Êzdî, Kurdên Feylî û Sabîey-Mendaî dikin.

UNAMI di raporta xwe de amaje bi hejmara berbijêrên serbixwe dide û dibêje, ji wan hemû 86 kesan ku heta niha bûne berbijêr, tenê 3 ji wan ser bi partî yan hevpeymaniyên siyasî ne, 83 berbijêr serbixwe ne û nûnertiya ti aliyekî siyasî nakin.

UNAMI dibêje, heta niha ji 13 hevpeymaniyan ku daxwaz kirine navên xwe binivîsin, tenê 5 hevpeymaniyan navên xwe tomar kirine û 8 ji wan di jêr proseya nirxandinê de ne. UNAMI amaje bi wê yekê daye ku navê 249 partiyên siyasî hatiye tomarkirin, di nav wan de 99 partiyan vekirî nêta xwe anîne ziman bo beşdarbûna hilbijartinan. Herwiha ji wan 249 partiyan, heta niha 58 partî mane di jêr proseya nirxandinê de ne daku navên wan bên tomarkirin.

Derbarê tomarkirina dengderan de, UNAMI daye zanîn ku hezar û 79 navendên tomarkirina dengderan hene. Herwiha dibêje, heta 25ê meha Sibata îsal, ji zêdeyî 25 milyon û 139 hezar kesan ku mafê wna ê dengdanê heye, tenê 15 milyon û 534 hezar û 518 kartên bîometrî hatine tomarkirin û UNAMI pêşbînî kiriye rêjeya tomara bîometrî ji sedî 64 derbas neke. Derbarê kartên dengdanê de UNAMI dibêje, zêdeyî 13 milyon û 221 hezar kart hatine dabeşkirin û 1.5 milyon kartên din hatine çapkirin û di proseya dabeşkirinê de ne.