Alusî bo Ebadî: Gelo firokexane tenê ji bo xoşewîstên te ne?

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê Iraqê Mîsal Alusî îro Şemiyê nameyeke vekirî arasteyî Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî kir û jê pirsî: “Gelo firokexane tenê ji bo xoşewîstên te ne û mafê Xirîstiyan, Cihû, Êzdî, Sabîe, Kurd û Turkmenan nîne?”

 

Mîsal Alusî di nameya xwe de ku li ser biryara hikûmeta Iraqê ya ji bo geşta Umrê ji Firokexaneya Hewlêrê bo Erebistana Siûdiyê nivîsiye, wiha dibêje: “Îro bi biryara hikûmeta federal Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat vekirin, loma divê ez spasiya Serokwezîr Heyder Ebadî bikim.”

 

Alusî got: “Lê serokwezîr di çi ayetek an deqeke Quranê yan hedîseke Pêxember û hedîseke îmaman û maddeyeke destûrê de hatiye ku mafê Misilmanan li firokexaneyên welatê wan heye û mafê Xirîstiyan, Cihû, Êzdî, Sabîeyî, Behayî û ew Erebên erkên xwe yên olî bicîh nayînin û Kurd û Turkmen nîne?.”

 

Parlementerê Iraqê Mîsal Alûsî herwiha dipirse: “Gelo firokexane tenê ji bo wan kesan e ku hezkiriyên te ne û mirovên din ku naçin Hecê welatiyên din in û nirx û mafê wan kêmtir e?”

 

Alûsî di dawiya nameya xwe de ji Heyder Ebadî wiha dipirse: “Serokwezîr! Gelo tu dizanî ji wan kesên din, hinek kes hene ku nexweşiyên wan ên demdirêj hene û di nav wan de welatiyên yextiyar hene û malbatên ku nîvê wan li Hewlêr, Duhok û Silêmaniyê  û nîvê wan li derveyê ne?”

 

Piştî encamdana referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê, hikûmeta Iraqê çend dorpêçek xiste ser Herêma Kurdistanê û geştên navdewletî yên ji firokexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê qedexe kir.