Artêş û Heşda Şeibî berê xwe dane Cezîrê

Hewlêr (Rûdaw) – Artêşa Iraqê bi piştgiriya hêzên Heşda Şeibî dest bi duyemîn qonaxa operasyona Cezîreyê kirin.

 

Fermandarê Operasyonên Cezîre û Jûra Feratê Ebdulemîr Reşîd Yarellah ragihand, ku di qonaxa duyemîn a operasyonê de dê tevahiya navçeyên Cezîreyê ji destê DAIŞê werin derxistin.

 

Ebdulemîr Reşîd Yarellah herwiha da zanîn, ku Firqeya 7 a Zirxpoş û Firqeya 8 a Piyade di çarçoveya operasyonê de 10 gundên Cezîreyê kontrol kirine.

 

Hêzên Heşda Şeibî jî bi 11 lîwayên çekdaran beşdarî vê operasyonê dibe.

 

Herêma Cezîre û Jura Feratê dikeve navbera parêzgeha Nînowa û Enbarê, piraniya herêmê çol û biyaban e. Tê gotin, ku piraniya çekdarên DAIŞê yên li Iraqê mane, li vê herêmê ne.

 

(N.S)