Li Iraqê kabîne tê guhertin

09-11-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî diyar kir ku xwepêşandanên dijî hikûmetê yên li wî welatî bûyera herî girîng e ku ji sala 2003yan vir ve qewimiye û got ku dê di kabîneyê de guherîn bê kirin, ti xwepêşandêr girtî nemînin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî bi daxuyaniya nivîskî bersiv da banga rêberê şîeyan ê li Iraqê Elî Sîstanî ku gotibû "guh bidin daxwazên xwepêşandêran."

Adil Ebdulmehdî diyar kir ku xwepêşandanên aştiyane yên gel wekî bûyera herî girîng a ku ji sala 2003yan vir ve qewimiye tê qebûlkirin û wiha axivî: "Hikûmeta me dê hewl bide û bixebite ku daxwazên xwepêşandêran were bicîanîn. Hikûmet wisa bawer dike ku di pêvajoya şopandina reformên de amûra herî çalak jî xwepêşandan in."

Ebdulmehdî derbarê daxwazên guhertina wezîrên ku hêj salek temam nebûye li ser kar in de got : "Di nav daxwazên gel de ji pergala kotayê xilaskirina kabîneyê, li saziyan bêtir bicihkirina ciwanan û ji bo ku zelalî çêbe guhertina hemû wezîran yan jî beşeke wan cî digirin. Ji ber vê yekê em teyîd dikin ku dê di kabîneya hikûmetê de guherîneke mezin bê kirin."

Serokwezîrê Ebdulmehdî behsa rewşa xwepêşandêrên ku di xwepêşandanan de hatin kuştin kir û wiha pê de çû: "Şaxên darazê yên derbarê hikûmetê de dê ji bo bûyerên kuştin û birîndarkirina hêzên ewlehiyê û xwepêşandêran de lêpirsînê vekin. Di girtîgehan de dê ti xwepêşandêr nemînin. Bêyî ku lê binêrin ka kî ne eger sûcdarên hat belgekirin ku mirov kuştine dê bo dadgehê bêne şandin."

Xwepêşandanên li Iraqê

Iraqî ji bo protestokirina bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetguzariyan li herêmên cuda xwepêşandanan li dar dixin. Xwepêşandêran li bajarên Iraqê di 1ê cotmehê de dest bi xwepêşandanan kiribûn.

Li gor agahiyên ku Neteweyên Yekbûyî û Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Serbixwe ya Iraqê weşand ji 1ê cotmehê heta niha ji 280yî zêdetir xwepêşandêr ji ber midaxeleya hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst