Aliyên siyasî li ser mana Adil Ebdulmehdî lihev kirin

09-11-2019
RÛDAW
Nîşan Iraq Adil Ebdulmehdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aliyên siyasî yên Iraqê li ser mana Serokweîzrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser postê xwe lihev kirin, ev jî piştî wê yekê hat ku di dema du hefteyên derbasbûyî de helwêsteke tund a hinek aliyan li beramberî hebû û daxwaz dikirin dest ji kar bikşîne.

Serkirde û Parlamenterê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Emmar Şiblî ji Rûdawê re got, rêkeftin piştî civînekê çêbû ku şeva Îna derbasbûyî bi beşdarbûna hemû fraksyonên bi bandor ên meydana siyasî ya Iraqê hat kirin.

Emmar Şiblî got: “Hemû aliyên beşdar lihev kirin ku derfeta dawî bidin hikûmet û aliyên siyasî bo pêkanîna reforman, nehiştina gendeliyê, cîbicîhkirina daxwazên xwepêşanderan û serrastkirina destûrê.”

Serkirdeyê Hevpeymaniya Dewleta Yasa da zanîn ku ne tenê hikûmet ji vê rewşê berpirs e, lê hêzên siyasî jî di nav proseya siyasî de ne û berpirsyarî dikeve stoyê wan.

Ji destpêka meha derbasbûyî ve xwepêşandanan li Bexda û hinek parêzgehên din ên Iraqê destpê kirine û gelek tundûtûjî jî çêbûye. Heta niha ji ber xwepêşandanan nêzîkî 300 kesan hatine kuştin û nêzîkî 13 hezar kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst