Sunne, Selîm Cibûrî dikin berbijêrê Wezareta Berevaniya Iraqê

Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyeke nêzîkê gotûbêjên temamkirina kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ragihand ku du berbijêrên din li ser postê wezareta berevaniyê milmilaneyê dikin, serokê berê yê Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî û Parlamenterê Hevpeymaniya Mihwerê Niştimanî Selah Cibûrî û Ehmed Mesarî jî bo wezareta perwerdeyê.

 

Parlamenterê Hevpeymaniya Mihwerê Niştimanî Hesen Xelef Elo ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Hewldan hene û ew bûne berbijêr, lê bawer nakim hersê bimînin, yek ji wan bo wezareta berevaniyê tê hilbijartin, lê di di wê baweriyê de me Ehmed Mesarî bikin berbijêrê wezareta perwerdeyê, mijara wezareta berevaniyê jî, belê milmilane di navbera Selah Cibûrî, Selîm Cibûrî û berbijêrên din de heye.”

 

Li aliyekî din berbijêrê Hevpeymaniya Weteniye ya bi serokatiya Eyad Elawî, Feysel Cerba û berbijêrê Yekîtiya Hêzên a bi serokatiya Cemal Kerbula, Hîşam Deracî milmilaneyê li ser postê wezareta berevaniyê dikin.

 

Di danûstandinên berê de, postê wezareta perwerdeyê dan berbijêrê Projeya Niştimanî ya bi serokatiya Xemîs Xencer, Seba Taî.