Adil Ebdulmehdî ji bo avakirina hikûmetê beyanameyek belav kir

09-10-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Hikûmet Adil Ebdulmehdî CV
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Erkdarkirî yê bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê Adil Ebdulmehdî ragihand ku her kesê ku bi xwaze xwe ji bo postên wezaretê berbijêr bike bila bi rêya elktronî CV bişîne.

 

Adil Ebdulmehdî daxuyaniyekê ku ji 5 xalan pêk tê belav kir û dibêje ew êdî pêşwaziyê ji şandên pîrozbahî kirinê nake û her kesê ku bi xwaze xwe ji bo postên wezartê berbijêr bike bila bi rêya elktronî CV bişîne û divê mercên destûrî hebin û pisporî û ezmûn hebe.


Adil Ebdulemehdî  herwiha diyar kirk u dê ji bo şêwirînê li gel aliyên peywendîdar berdewam be bi rêyên cuda.


Ebdulemehdî dibêje ew daxwaza lêborînê ji şandên dîplomasî û kesatiyên pile bilind dike ji rêxistina hevdîtinan, ji bilî nûnerê giştî yê Neteweyên Yekbûyî û şandiyên dîplomasî dikarin li gel Wezareta Derve di peywendiyê de bin.


Herwiha di daxuyaniya Adil Ebdulemehdî  hatiye gotin ku ti kes û alî ne serpişkin ku binavê wî daxuyaniyan bidin yan jî danustandina bikin û daxuyanî jî tenê dê bi rêya ofîsa ragihandinê bin.


Piştî ku di civîna roja Sêşembiya bihorî 2ê Cotmeha 2018ê ya parlamentoya Iraqê, Berhem Salih weke serokomarê nû yê Iraqê hate hilbijartin, Berhem Salih jibo pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê Adil Ebdulmehdî erkdar kir.


 Li gorî destûra Iraqê, serokwezîrê erkdarkirî bo pêkanîna hikûmeta nû, divê di navbera 30 rojan de kabîneya hikûmeta xwe pêk bîne û navên wezîran pêşkêşî parlamentoyê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst