Wezareta Derve ya Iraqê li ser êrîşa Koyê daxuyanî da

09-09-2018
RÛDAW
Nîşan Iraq Îran Koyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Iraqê derbarê bombebarana li ser baregahên partiyên Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Em binpêkirina serweriya Iraqê red dikin.”

 

Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniya xwe de dibêje: “Em wek wezaret tekezî li ser parastina ewlekariya cîranên xwe û bikaranîna xaka me ji bo her êrîşeke ser aramiya wan welatan dikin.”

 

Herwiha Wezareta Derve ya Iraqê radigihîne: “Em bi taybetî binpêkirina serweriya Iraqê û bi çi armancê dibe bila bibe, bêyî şêwira ligel aliyên iraqî bombebarankirinên li ser xaka Iraqê red dikin. Ev yek jî ji ber dûrxistina kesên sivîl ji bandorên wan operasyonan.”

 

Duh topxaneyên Îranê bi alîkariya firokeyên çavdêriyê baregahên Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK) ya Rojhilatê Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDK-Î) yên li navçeya Koyê ya Hewlêrê bombaran kirin.

 

Di encama êrîşê de 15 endamên HDK û 2 endamên PDK-Î şehîd bûn û zêdetirî 40 kesan jî birîndar bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst