BESRA - Di 5 rojan de 15 xwepêşqander hatine kuştin

09-09-2018
RÛDAW
Nîşan Besra Xwepêşandan Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Tendirûstî ya Iraqê ragihand, ku di 5 rojên xwepêşandanên Besrayê de 15 kes hatine kuştin û 190 kes jî birîndar bûne.

 

Wezareta Tendirdirûstî ya Iraqê amara 5 rojan a derbarê qurbaniyên xwepêşandana parêzgeha Besrayê ragihand.

 

Li gorî daxuyaniya wê wezaretê di xwepêşandanan de 15 kes hatine kuştin û 190 kes jî birîndar bûne, ku di nav birîndarana de karmendên hêzên ewlekariyê jî hene.

 

Tenê di xwepêşandanên roja Sêşama borî de (04-09-2018) 6 kes hatibûne kuştin. Di wan xwepêşandanan de xelkê êrîşî avahiyên hikûmî, baregahên partiyan kiribûn û herwiha avahiya konsulxaneya Îranê jî şewitandibûn.

 

Xelkê Besrayê zêdetirî mehekî ye ji ber kêmbûna xizmetguzariyên serekî yên wek av û elektrîkê û herwiha nebûna derfetên kar li dijî hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe derdibre.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst