Yekîtiya Ewropa çavdêrên hilbijartinan dişîne Iraqê

09-08-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq Yekîtiya Ewropa Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Ewropa û hikûmeta Iraqê rêkeftinek îmza kirin ji bo alîkarîkirina Iraqê di proseya hilbijartinan de û di çarçoveya rêkeftinê de, Yekîtiya Ewropa dê çavdêrên hilbijartinan bişîne Iraqê.

Li ser bingeha vê rêkeftinê, Yekîtiya Ewropa herwiha dê alîkriya Iraqê bike daku proseya hilbijartinan bi serketî birêve bibe.

Balyozê Yekîtiya Ewropa li Iraqê, Martin Huth di twîttekê de ragihandiye, roja Yekşemê 8ê Tebaxa 2021an, wî li gel Alîkarê Wezareta Derve ya Iraqê, Nizar Xeyrullah û Serokê Encûmena Komîsyaran, Dadwer Celîl Ednan Xelef rêkeftinek îmze kiriye.

Martîn Huth dibêje: “Li ser bingeha vê rêkeftinê, Yekîtiya Ewropa dê tîmeke çavdêran bişîne Iraqê daku di hilbijartinên roja 10ê Cotmeha îsal de wek çavdêr beşdar bin û bi vî awayî alîkar bin di serxistina proseyê de.”

Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û hikûmeta Iraqê têkez dikin ku hilbijartina pêşwext a parlamentoyê dê di dema xwe ya diyarkirî de, wate di 10ê Cotmehê de bê lidarxistin.

Li gor komîsyonê, di hilbijartina 10ê Cotmehê de 3 hezar û 249 berbijêr rikeberiyê li ser 329 kursiyên parlamentoyê bikin.

Komîsyon dibêje, 25 milyon û 63 hezar û 139 kesan li Iraqê mafê dengdanê heye, ku 23 milyon û 986 hezar û 741 kes ji wan dengderên giştî û 1 milyon û 75 hezar û 727 kes jî dengderên taybet in.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst