Yehya Resûl: Hevahengiya me ya serbazî ligel Herêma Kurdistanê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarên Iraqê Lîwa Yehya Resûl ragihand ku bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê hevahengiya wan a serbazî û îstîxbaratî ligel Herêma Kurdistanê heye.

Lîwa Yehya Resûl îro Yekşemê di daxuyaniyekê de ji rojnameya Sebah a Iraqî re got: “Derbarê hevahengî bo operasyonên serbazî yên hevbeş li çend navçeyan ku çekdarên DAIŞa terorîst lê hene, civîn û jihevfamkirina emnî di navbera Fermandariya Operasyonên Hevbeş û Hêzên Zêrevaniya Sînor ên Herêma Kurdistanê de heye.”

Yehya Resûl got: “Zanyariyên îstîxbaratî bo rûbirûbûna teror û gefa emnî ligel Pêşmergeyan bi hev diguherin, bi taybetî bo kontrolkirina sînorê Iraqê ligel welatan û rêgirtin li hatina terorîstan li navçeyên Diyale, Xaneqîn, Kerkûk û navçeyên din ku DAIŞ li wan çalak e, ligel tejîkirina valahiya emnî li çend bajaran.”

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê amaje bi wê yekê da ku ligel Herêma Kurdistanê rêkeftine bo pêkanîna nevenda hevahengiya hevbeş di navbera Fermandariya Operasyonan û Hêzên Ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê de ku efserên herdu aliyan têde cîh digrin bo hevahengî, pevguhertina zanyariyên îstîxbaratî û çavdêrîkirina şaneyên DAIŞa terorîst.”

Lê Sekreterê Wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer doh ji Rûdawê re got: “Derbarê damezrandina odeya hevahengî û çawahiya hevahengiyê di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de, Temûza borî em du caran ligel Wezareta Berevaniyê ya Iraqê civiyan û me nerînên xwe pev guhertin, lê heta niha me rêkeftin îmze nekiriye û odeyên hevahengiyê yên navbera me nehatine pêkanîn, loma niha ne li Xaneqîn û ne jî li ti navçeyeke din hevahengî di navbera Pêşmerge û hêzên Iraqê de nîne.”