Berhem Salih: Êrîşa ser Hewlêrê kiryareke tawankarî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Iraqê Berhem Salih êrîşa şeva bihorî ya bi droneke bombekirî bo ser bajarê Hewlêrê weke “kiryareke tawankarî” bi nav kir û got, êrîşa ser Hewlêrê “hewldanên niştîmanî ji bo parastina welat û silametiya welatiyan kiriye armanc.”

Şeva Çarşemê 8ê Hezîrana 2022an li ser rêya Pîrmam-Hewlêrê êrîşeke bi dorn pêk hat.

Dije-Teror a Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Çarşemê di saet 21:35an de droneke bombebarkirî li ser rêya Pîrmam-Hewlêrê êrîş kir û 3 welatî bi sivikî birîndar bûn, herwiha xwaringehek û çend otomobîlan jî ziyan dîtin.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih derbarê êrîşa ser Hewlêrê ya bi droneke bombekirî de ragihand, “Êrîşa ser bajarê Hewlêrê karekeî tawankarî û şermezarkirî ye, û hewldanên niştîmanî ji bo parastina welat û silametiya welatiyan kiriye armanc.”

Serokkomarê Iraqê bi pêwîst dibîne ku li dijî wan hewldanan rawestin ku dixwazin welat ber bi bêserûberiyê ve bibin, û ewlehî û aramiyê têk bidin.

Berhem Salih tekez dike, “Divê yekrêziya niştîmanî bê bihêzkirin, û lêvegera dewletê û hêzên ewlekariyê li dijî derçûyên ji yasayê bê sepandin.”

Bi êrîşa şeva bihorî re di dema nêzî sal û nîvekê de 12 caran êrîşî bajarê Hewlêrê û derdora wê hatiye kirin. Beriya vê êrîşê, cara dawî di 11ê Îlona 2022an de êrîşek bi dronan bo ser Firokexaneya Hewlêrê hatibû encamdan, lê ti zirarên canî çê nebûbûn.