Ebadî li şûna Fuad Mehsûm diçe civîna Lûtkeya Erebî

09-03-2017
RÛDAW
Nîşan Iraq Serokwezîr Heyder Ebadî Serokomar Fuad Mehsûm Lûtkeya Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dê li şûna Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm beşdariyê di civîna Lûtkeya Erebî ya li Urdonê de bike.

 

Serikrdeyekî Fraksyona Dewleta Yasa ya bi serokatiya Serokwezîrê Berê yê Irqê Nûrî Malikî, Elî Elaq di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku Heyder Ebadî dê li cihê Fuad Mehsûm bi nûneratiya Iraqê beşdariyê di Lûtkeya Eebî ya li Urdinê de bike.

 

Roja 20ê Sibata îsal, Şahê Urdinê Şah Ebdullah ji bo beşdarbûn di civîna Lûtkeya Erebî de, nameyek ji Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm re şandibû û bi fermî ew bo civînê vexwandibû.

 

Elî Elaq ku kesatiyekî nêzîkî Heyder Ebadî ye, herwiha got: “Ebadî û Mehsûm li hev kirine, ji ber ku Serokwezîr dosyayên bingehîn li cem wî ne û Lûtkeya Urdinê jî derfeteke giring e bo agahdarbûn ji serkevtinên herî dawî yên iraqiyan”.

 

Biryar e civîna Lûtkeya Erebî di 23 û 24ê vê mehê li devereke nêzîkî Deryaya Mirî ya li Urdinê birêve biçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst