‘Pêşnûmeya bûdceya Iraqê bênirxkirina statûya Herêma Kurdistanê ye’

Silêmanî (Rûdaw) – Komek ji endamên kurd ên Parlamentoya Iraqê li derveyî parlamentoyê ji dawiya meha borî ya îsal ve hewl didin bi hevdîtinên digel hêz û fraksyonên ereb ên Iraqê nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser pesendkirina bûdceya sala 2014an çareser bikin û Bexda bi zimanekî nermtir nêzîkî Herêma Kurdistanê bibe. Parlamenterê kurd Dr. Mehmûd Osman jî dibêje, Bexda “bi serê poz” behsa federaltiya Kurdistanê dike.

Dr. Mehmûd Osman, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û ragihand, ti hêviyek bo çareserkirina qeyrana bûdcê û nakokiyên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê nayê dîtin û wiha got: “Eger hevdîtinên bi aliyên din ên parlamentoyê re bêencam bin wê çaxê Malikî dê rijd be li ser pesendkirina pêşnûmeya niha ya bûdcê.”

Xelkê Herêma Kurdistanê jî dibêjin, şerê bûdcê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bûye deb û nerîteke siyasî ya her sal ji ber ku 11 sal beriya niha jî dema rayedarên kurd bo dariştina Destûra Iraqê çûbûn Bexdayê, mijara bûdcê yek ji arîşeyên herî aloz bû lê paşê bi navbeyinkariya Amerîka 17%ê bûdceya Iraqê ji Herêma Kurdistanê re hat terxankirin lê ti salekî 17%ê bûdcê negihîşt destê kurd.

Parlamenterê kurd û endamê Komela Îslamî ya Kurdistanê Fatih Daraxayî jî li ser vê mijarê axivî û got, em di civînan de dikarin mercên giran ên li ser bûdceya Kurdistanê kêm bikin lê em nikarin hemû mercan betal bikin, ti salekî mercên wiqas giran bi ser me de nehatibû sepandin.

Li gorî pêşnûya bûdceya sala 2014an a Iraqê, divê Herêma Kurdistanê rojane 400 hezar bermîl petrol bişîne derve, her wiha eger şîrkete petrolê ya iraqî yan biyanî ku li nav xaka Kurdistanê de kar dikin, rastî arîşeyan were divê ji pişka bûdceya Kurdistanê were qerebûkirin, her şîrketeke internet û gihandinê li Kurdistanê rastî kêşeyan were dîsa divê ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were qerebûkirin. Li gorî bendek din a pêşnûmeya bûdcê, eger Herêma Kurdistanê ew pereyê ku ji gumrikên sînorî tê bidestxistin, nede Bexdayê wê çaxê dê bûdceya wê were kêmkirin her wiha divê bûdceya Pêşmerge û hemû pêdiviyên hêzên pêşmerge ji pişka bûdceya Kurdistanê bê dabînkirin.

Dr. Mehmûd Osman anî ziman ku pêşnûmeya bûdceya Iraqê tê wateya bênirxkirin û biçûkkirina statûya federl a Herêma Kurdistanê ye û ragihand, di dema dariştina destûrê de Barzanî 53 rojan li Bexdayê ma lê niha şanda kurdî zêdetirî 6 saetan li Bexdayê namîne, arîşe wiha nayê çareserkirin.