Mihemed Helbûsî wek Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin

09-01-2022
RÛDAW
Nîşan Iraq Mihemed Helbûsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Helbûsî berbijêrê hevbeş ê partî û aliyên Sunnî yên Iraqê, di yekem civîna gera 5an a parlamentoya Iraqê wek Serokê Parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.

Piştî derbasbûna 3 mehan di ser hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê re ku di 10ê Cotmeha 2021an de hat lidarxistin, îro Yekşembî 9ê Çileya 2022an yekemîn civîna parlamentoyê li Bexdayê hat sazkirin.

Parlamenterên beşdarî rûniştinê bûn, destpêkê sonda qanûnî xwarin û piştre deriyê xwekandîdkirinê ji bo hilbijartina Serokê Parlamentoyê hat vekirin û Mihemed Helbûsî û Mehmûs Meşhedanî xwe ji bo wê postê berbijêr kirin.

Ji 329 parlamenterên Iraqê, 228 kes di dengdana ji bo hilbijartina serokê parlamentoyê de beşdar bûn û Serokê Partiya Teqedum a Sunnî Mihemed Helbûsî bi bidestxistina 200 dengan wek serokê xûla pêncem a parlamentoya Iraqê hat hilbijartin.

Mihemed Helbûsî di xûla çarem de jî serokatiya parlamentoya Iraqê dikir û bi vî awayî dibe yekem kes piştî sala 2003 ku bo du caran wek Serokê Parlamentoya Iraqê tê hilbijartin.

Mehmûd Meşhedanî serokê yekemîn xûla parlamentoya Iraqê jî ku di civêna îro de Serokê Bitemen ê Parlamentoyê bû, tenê 14 deng bidestxist.

Di hejmartina dengan de, 14 deng jî hatin betalkirin.

Di rûniştina îro de dê cîgirên serokê parlamentoyê jî bên diyarkirin.

Li gorî hevkêşeya siyasî ya ku piştî sala 2003an li Iraqê hat çêkirin, Serokwezîrtî dikeve destê Şîeyan, Serokê Parlamentoyê pişka Sunneyan û Serokkomarî jî pişka Kurdan e.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst