BEXDA – Bi mûşekan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ragihand ku îro berê sibehê bi du mûşekan êrişî avahiya wan hatiye kirin.

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê da zanîn, "Êriş milîsên Îranî nîşan dide ku li Îraqê bi awayekî azad tevdigerin.”

“Milîsên Îranê li Îraqê bi awayekî azad tevdigerin”

Berdevkê Balyozxaneyê di daxuyaniya xwe de got:

“Îro saet 04:15an bi du mûşekan êrişî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin. Nirxandinên me yên li ser êrişê didomin û heta niha agahiya ti ziyanan negihiştiye me.

Heta niha ti kesî berpirsiyariya êrişê negirtiye ser xwe lê tê texmînkirin ku êriş ji aliyê milîsên nêzîkî Îranê ve hatibe encamdan ku li Îraqê bi awayekî azad tevdigerin.”

Berdevkê Balyozxaneya Amerîkayê bangî rayedarên Îraqê kir ku ji bo parastina saziyên wan û hêzên hevpeymaniya Navneteweyî “tedbîrên pêwîst” wergirin.

“Mafê me heye ku em bersivê bidin”

Berdevkê Balyozxaneya diyar kir ku mafê Amerîkayê heye bersivê bide êrişan û pê de çû:

“Em careke din bi bîr tînin ku mafê me yê xweparastinê û yê parastina hemû karmendên me yên li her devera cîhanê heye.”

Piştî ku Hemasê 7ê Çiriya Pêşînê êrişî Îsraîlê kir, hêzên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê rastî êrişan tên lê ev cara ewil e ku Balyozxaneya Amerîkayê rastî êrişekê hatiye.

Li aliyên din Wezareta Parastînê ya Amerîkayê (Pentagon) li ser êrişên li beramberî hêzên wan daxuyaniyek da.

Alîkara Berdevkê Pentagonê Sabrina Singhê got, “Ji 17ê Çiriya Pêşînê ve bi giştî 78 caran êrişî hêzên me yên li Sûriye û Îraqê hatiye kirin.”

Amerîka jî carinan bersivê dide van êrişan û grûpên çekdar ên nêzîkî Îranê dike hedef.

Amerîkayê herî dawî 3yê vê mehê bi dronan êrişî çekdarên “Berxwedana Îslamî ya Îraqê” kir û di vê êrişê de 5 çekdar hatin kuştin.