Kazimî bo DAIŞê: Em dê yek bi yek nêçîra we bikin

08-12-2021
RÛDAW
Nîşan Mistefa Kazimî DAIŞ Serokwezîrê Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku di heman demê de  Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ye ragihand, her çiqas paşmayên DAIŞa “şikestî” hewl bidin, lê derfet nîne bo vegera wan û got, “Em di kemînê de ne û dê yek bi yek nêçîra we bikin, dê yek bi yek nêçîra serkirdeyên we bikin.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro piştî civîna li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li gel  Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl û berpirsên din ên serbazî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, serdana Mexmûrê kir û li Baregeha Mîhwera Şeş a li wê herêmê civîneke berfireh saz kir.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê daxuyaniyek derbarê wê civînê de belav kir û li gor wê daxuyaniyê Mistefa Kazimî di civînê de amaje bi wê kir ku bi mebesta “jinêzîk ve şopandina rewşa Mexmûr û deverê, wirdekariyên planên emnî ji bo rûbirûbûna metirsiyên terorê û rêgirtina dûbarebûna êrişên paşmayên çekdarên DAIŞê” wan ev serdan pêk anîne.

Mistefa Kazimî di axaftina xwe de bang li çekdarên DAIŞê jî kir û got, “Ez ji vir, ji meydana şer ji rêxistina terorîst re dibêjim: Xeyal nekin, em di kemînê de ji bo we û em dê yek bi yek nêçîra we bikin, em dê yek bi yek nêçîra serkirdeyên we jî bikin û hûn dê bigihijin cezayê xwe yê dadperwerane jî. Grûpa we ya ji hev belavbûyî ku di bin erdê de ye, ji aliyê qehremanên hêzên esmanî û bejayî ve hûn tên şopandin. Hemû hêzên me bi hêz û wêrekî li pişt wan radiwestin. Ev Iraq bi gel, dezgeh û qehremanên xwe yêm di hemû hêzên emnî de mezin e û her çiqas paşmayên şikestxwarî hewl bidin jî, derfet nîne bo vegera DAIŞê.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst