Welatiyên Iraqê ji êrîşa ser mala Mistefa Kazimî dilgiranin

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyên Iraqê ji êrîşa li ser mala Serokwezîr Mistefa Kazimî û rewşa piştî wê êrîşê dilgiran in. Beşek ji şêniyên Bexdayê dibêjin, ew êrîş dê bibe sedem ku nakokiyên di navbera aliyên siyasî de kûrtir bibin û pêkanîna hikûmetê paş bikeve.

Beşeke xelkê jî dibêjin, ev êrîş nîşana lawaziya dewlet û hikûmetê ye.

Dilgiraniya xelkê Iraqê ji ber wê yekê ye, ku li wî welatî gelek komên çekdar û milîs hene ku di kontrola hikûmetê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê de nînin.

Ela Xidir, Nîşteciyê Bexdayê dibêje, “Armanckirina mala Kazimî li Navçeya Kesk, dibe sedema dirustbûna bêserûberiyê. Ew kar dibe sedema dirustbûna bêserûberiya ewlehî, û kêşeya abûrî û xizmetguzazrî jî, ji be wê peyda dibe. Bê guman ew jî bandorê li ser proseya siyasî ya welat dike.”

Êrişa li ser mala Serokwezîrê Iraqê di demekê de ye, di 10ê Cotmeha bihorî de hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya welat hatibûn lidarxistin û li gor encamên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan belav kiriye, aliyên ser bi Heşda Şeibî û Îranê rastî şikestineke mezin hatine û gelek kursî ji dest dane.

Li gor encamên fermî, Tevgera Sedir 73 kursî, Hevpeymaniya Teqedum 37 kursî, Partiya Demokrata Kurdistanê 33 kursî, Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê 33 kursî bidest xistine.

Lê belê Hevpeymaniya Fetih ku du xûla pêştir a parlamentoyê de 47 kursiyên wê hebûn, gelek kursî ji dest dane û vê carê tenê 15 kursî bidest xistine.

Mistefa Sefer, nişteciyekî din ê Bexdayê jî behsa bandora êrişa ser mala Kazimî li ser rewşa siyasî ya Iraqê dike û dibêje, “Armanckirina Kazimî dibe sedema dirustbûna kêşeyê di navbera partiyên siyasî, herwiha proseya pêkanîna hikûmeta bê jî, hêwaş dike.”

Welatiyê bi navê Elî Caf jî ku nişteciyê Bexdayê ye, êrişê weke nîşana lawaziya dewlet û hikûmetê dibîne û dibêje, “Tiştê ku rû da, yek bû ji wan xirabkariyên ku Iraqiyan haydarî derbarê wê dida. Ew êrîş belgeyek e zelal a lawaziya dewletê û hikûmetê ye.”

Di dema çend mehên derbasbûyî de, çendîn caran êrişî çend cihên hesas ên li Herêma Kurdistanê û Iraqê, ji wan jî Firokexaneya Navdewletiya Hewlêrê û navçeya Kesk a Bexdayê, hatin kirin, lê hikûmeta Iraqê jibo dîtina bikerên wan êrişan hewlên ciddî neda, daku rê li ber dubarebûna wan core êrişan bê girtin.

Êrişa li ser mala Mistefa Kazimî rastî gelek bertekên navdewletî jî hat û Amerîka, Yekîtiya Ewropa, Brîtanya, Fransa, Netewên Yekbûyî û gelek aliyên din êriş şermezar kirin û piştgiriya xwe bo hikûmeta Iraqê û Mistefa Kazimî nîşan dan.