MÛSIL - Bi mûşekan êrişî binkeya serbazên Amerîkayê kirin

09-11-2019
RÛDAW
Nîşan Binkeya Serbazî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniyê ya Iraqê aşkere kir ku li dijî baregeha leşkerên Amerîkî ya li Neynowayê bi mûşekan êriş hatine encamdan.

Tora Ragihandina Emnî ya ser bi Wezareta Berevaniyê ya Iraqê, aşkere kir ku binkeya serbazî ya Geyare ya li rojhilatê parêzgeha Neynowa, bi 17 mûşekan hatiye armanc girtin.

Herwiha hatiye aşkerekirin ku di wê êrişê de ti ziyaneke canî çênebûye û hatiye diyarkirin ji bo girtina kesên êrişkar jî operasyon li wê deverê hatiye destpêkirin û herwiha firokeyên şer jî li asmanî wê deverê geriyan.

Rêveberê bajarokê Geyarê Salih Cibûrî ji Rûdawê re ragihand ku îşev deng çek û teqînan ji wê devera ku binkeya serbazî lê ye dihat.

Binkeya Serbezî ya Asmanî ya Geyare 70 kîlometran dûr e ji navenda Mûsilê û yek ji wan binkeyên girîng ên li Iraqê ye, piştî 2003an ji aliyê hêzên Amerîkayê ve tê bikaranîn.

Bajarokê Geyare ser bi parêzgeha Neynowayê ve û dikeve başurê bajarê Mûsilê û ew binkeya serbazî jî ku hêzên Amerîkî û Iraqî tê de bicih bûne, 15 kîlometran dikeve başur rojavayê bajarokê Geyarê.

Leşkerên Amerîkayê di çarçova operasyona derxistina Neynowayê ji destê DAIŞê, li wê binkeya asmanî şêwirmendiya hêzên Iraqî dikirin.

Roja 9ê Tîrmeha 2016an ew binke ji aliyê hêzên Iraqê ve ji destê DAIŞê hat derxistin û piştre bû binkeyeke serbazî ya navdewletî bo operasyona Mûsilê û 16ê Cotmeha 2016an ve jî 560 serbazên Amerîkî bo w binkeyê hatin veguhastin bo hevkariya hêzên Iraqê di şerê Mûsilê de yê li dijî DAIŞê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst