Serokwezîrê nû yê Iraqê bo cara yekê behsa cîbicîkirina madeya 140 kir

08-11-2018
RÛDAW
Nîşan Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî Kurdistan Madeya 140 Komîteya hevpar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Bo yekemîn car piştî destbikarbûna weke serokwezîrê nû yê Iraqê, Adil Ebdulmehdî behsa cîbicîkirina madeya 140 a destûrê, projeyasaya bûdceyê û pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê kir.

 

Serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî di daxuyaniyekê de ragihand, ji bo cîbicîkirina madeya 140 û guhertinên di projeyasaya bûdceya sala 2019an de pêwîst e, komîteyeke hevpar ji herdu aliyên hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlementoyê were pêkanîn.

 

Adil Ebdulmehdî da xuyakirin, divê ew komîteya hevbeş li gorî yasayê li ser wan herdu mijarên cîbicîkirina madeya 140 û guhertinên di projeyasaya bûdceya sala 2019an d,  li hev bikin.

 

Ebdulmehdî diyar kir, divê biryara li ser bûdceyê were dayin û bûdceyeke adilane be ji bo Herêma Kurdistanê, parêzgehan û gelê Iraqê û pêwîst e weke ku di destûrê de hatiye, hemû alî weke hev bin.

 

Serokwezîrê Iraqê got: “Ev mijar bi şêweyeke rast û ciddî gotûbêj li ser tê kirin, nikarim ji vê minberê ve biryara dawî bidim, îro wezaret û civata wezîran û parlamento hene, bi ciddî gotûbêj li ser wan mijaran dikin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmetê xwecihî hene.

 

Heta di vê lijneya ku li gel parlamentoyê derbarê projeyasaya bûdceyê de tê pêkanîn, herwiha lijneyeke din jî dibe, ku nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmetên xwecihê têde dibin, bi mebesta gotûbêjkirina li ser vê mijarê. Erkê hemûyan e ku bigihin rêkevtinê, ti biryarek ji serveyî me nîne, gotûbêjên derbarê vê babetê de li gor bingeheke zelal dibe, ku çima ew rêje û ewqas tê dayîn, divê çarçoveya siyasî û darayî hebe, ku rê bide me, em naveroka bûdceyê bi temamî amade bikin, bi şêweyeke dadperwerane, ku dadperwerane be bo Herêma Kurdistanê û parêzgehan û gelê Iraqê. Divê bi şêweyeke yeksan û dadperwerane be weke ku di destûrê de hatiye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst