Rûmadî ji hemû aliyan ve di bin dorpêçiyê de ye

08-11-2015
RÛDAW
A+ A-

Enbar (Rûdaw)- Hêzên Iraqê li bajarê Rûmadî yê parêzgeha Enbarê pêşde çûn û ew bajêr ji hemû aliyan ve dorêpêç kirin. Herwiha bi dehan çekdarên DAIŞê li wir kuştine.

Çavkaniyekê ji hêzên ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand: “Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojavayê Rûmadî navenda leşkerî ya Werar ji DAIŞê standin û niha bi aliyê bajar de pêşde diçin.”

Li gorî wê çavkaniyê, “Ji aliyê bakur de hêzên Iraqê li nêzîkî bajarê Rûmadî ne, piştî ku pira Filestîn û çarêya Cirayiş xistin destê xwe.”

Herwiha ji aliyê rojhilat ve hêzên Iraqê bi aliyê Rûmadî de pêşde diçin û li wir 4 çekdarên DAIŞê kuştin.

Li gorî heman çavkaniyê, “Hêzên Artêşa Iraqê li aliyê bakurê rojhilatê Rûmadî bi topan li kombûneke çekdarên DAIŞê dan û bi dehan çekdarên wan kuştin.”

Hêzên Iraqê bi alîkariya Hêza Heşdul Şeibî û balafirên hevpeymaniya navdewletî operasyoneke berfireh li dijî DAIŞê li Rûmadî birêve dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst