Ji xewnan ber bi Kerbelayê ve: Çîroka xembar a Şehdê

Kerbela (Rûdaw) – Şehda 16 salî xewn û xeyal dihûnandin lê balafirên şer ên Îsraîlê mijeke tîr û tarî li xeyalên wê pêça.

Şehd jî wekî bi hezaran kesên din ji ber êrişên Îsraîlê reviyaye û bi malbata xwe re berê xwe daye Kerbelayê.

Hevkarê me Ebdulah Selam xwe gihand Şehdê û çîroka wê ya xembar veguhast.

Şehd Asî û malbata wê ya 5 kesî beriya niha bi 5 rojan jî bêyî ku haya wan ji vê çarenûsa dijwar û rêya zehmet hebe di nav xewn û xeyalên xwe de dijiyan.

Şehdê xeyal dikir ku rojeke bibe resam û dîzaynereke serkeftî lê niha dev ji dibistana xwe berdaye û derbasî Kerbalayê bûye.

Şehd niha wekî bi sedan koçberên din ên Libnanî li bajarokê Sed el-Ewsiyeyê dimîne ku li ser rêya Kerbela û Bexdayê ye.

“Rewş gelekî kirêt bû”

Birayê Şehdê yê 5 salî (Kerîm) jî li cemê ye û ew (Şehd) bi awayekî dilşewat behsa êrişên asmanî dike:

“Êrişên Îsraîlê xelkê li başûrê Beyrûtê ji hemû aliyan ve pêçabû.

Bombebaranên dijwar hema bêje bandor li her devera başûr kiribû û tenê dûxana reş a ku ji bombeyên Îsraîlê bilind dibû xuya dikir.

Rewş gelekî kirêt bû.”

Malbata Şehdê beriya ku êrişa Îsraîlê ya bejahiyê dest pê bike berê xwe daye bajarê Seydeyê yê Libnanê lê şer li wê derê jî dev ji wan bernadaye.

Her ku êriş nêzîk bûne ew naçar mane ji wê derê jî derkevin û berê wan ketiye Kerbelayê.

“Şer xeyalên her kesî rûxandin”

Şehd wekî ku sehneyên şer li ber çavên wê bin birayê xwe qenc hemêz dike û dibilîne:

“Şer xeyalên her kesî rûxandin. Îsraîl neheqiyeke mezin dike û zilm li welatê min tê kirin.”

“Em dê xeyalên xwe pêk bînin”

Şehdê niha hemû xeyalên xwe li dû xwe hiştine lê dîsa jî hêviyên xwe bi gotinên, “Şer dê raweste û em dê bi ser bikevin. Em dê xeyalên xwe pêk bînin” tîne zimên.

Divê were gotin ku bajarokê Sed el-Ewsiyeyê mazûvaniya gelek koçberên Libnanî dike.

Berdevkê Ragihandinê yê Sed el-Ewsiyeyê Elî Hiseynî da zanîn, “Li bajêr 500 koçber hene, 6 otel ji wan re hatine veqetandin.

Her wiha navendeke tenduristiyê xizmetê dide wan û 3 danan xwarin heye.”

Li gorî amarên ku saziyên fermî yên Libnanê didin, ji 17ê Îlonê ve di êrişên Îsraîlê de 2 hezar û 83 kes hatine kuştin ku 104 ji wan zarok û 194 ji wan jî jin in.

Êrişên Îsraîlê bûne sedema pêleke mezin a koçberiyê jî û xelk bi piranî berê xwe dide Sûriye û Rojavayê Kurdistanê.