Parlamentoya Iraqê dê lêkolînê derbarê êrişên Îran û Tirkiyê de bike

08-10-2022
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Iraqê Tirkiye Îran Êriş Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Iraqê du komîsyon ji bo lêkolînkirina bombebaranên Îran û Tirkiyê yên li dijî Herêma Kurdistanê destnîşan kir. Parlamenterê PDKê li Parlamentoya Iraqê Şivan Miehemed diyar kir ku parlamento ji bilî avakirina 2 komîsyonan ti biryarek derbarê teqînan de negirtiye.

Parlamentoya Iraqê îro li ser daxwaza 126 parlamenteran civîneke taybet derbarê êrişên welatên cîran bi taybet ên Îranê li dijî axa Iraq û Herêma Kurdistanê li dar xist.

Parlamenterê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê Şivan Miehemed ji Rûdawê re ragihand ku di rûniştina îro ya Parlamentoya Iraqê de du komîsyon ji bo lêkolînkirina bordûmanên Îran û Tirkiyê yên li dijî Herêma Kurdistanê hatin destnîşankirin.

Şivan Mihemed got: “Serokê Parlamentoya Iraqê, komîsyonên Asayîş û Berevaniyê û Pêwendiyên Derve ji bo lêkolînkirina li ser topbaran û bombebarankirina axa Iraqê bi hemahengiya hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê destnîşan kir.”

Parlamenterê PDKê amaje bi wê yekê kir, ku Parlamentoya Iraqê di civîna parlamentoyê de ji bilî pêkanîna 2 komîsyonan ti biryareke din derbarê teqînan de negirt.

Biryar e herdu komisyonên navborî derbarê topbaran û bombebaranên Îran û Tirkiyê de lêkolîneke bike û paşê jî weke raporekê pêşkeşî parlamentoya Iraqê bike.

Şivan Mihemed herwiha destnîşan kir ku, ku ti endamekî aliyên şirîkên hikûmetê beşdarî civînê nebûye û hinek parlamenterên Şîe jî helwesteke zelal li hember bombebarankirina Herêma Kurdistanê bi taybet Îranê nîne.

Ji aliyeke din ve Cîgirê Serokê Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û herwiha nûnerê Hevpeymaniya Kurdistanê Herêm Kemal Axa li Bexdayê di civîneke rojnamevaniyê de ragehand ku, Parlementoyê helwest nîşan da ku welatên cîran bi taybet Îranê ku cihên niştecihbûnê û dibistan dikin armanc, destûrê binpê dikin.

Roja 28ê Îlona 2022an danê sibehê bi mûşek û dronan êrîşî binke û baregehên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Komeleya Zehmetkêşên Kurdistana Îranê (Komele) kiribû ku li gor amaran, di encama êrîşan de 17 kesan canê xwe ji dest dane û 50 kes jî birîndar bibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst