Parlamentoya Iraqê dê bombebaranên Îranê gotûbêj bike

Hewlêr (Rûdaw) - Bombebaranên Îranê yên li ser axa Herêma Kurdistanê mijareke civîna îro ya Parlamentoya Iraqê ye.

Cîgirê Serokê Parlamentoyê dibêje, Parlamento daxwazê ji Hikûmeta Iraqê dike ku eşkere bike, ka gelo serweriya axa Iraqê bi wê tê parastin yan na?

Cîgirê Serokê Desteya Ewlehî û Berevaniyê ya Parlamentoyê jî dibêje, nayê pêşbînîkirin ku Parlamento helwesteke tûnd li beramberî bombebaranên Îranê wergire.

Cîgirê Duyem ê Serokê Desteya Ewlehî û Berevaniyê a Parlamentoya Iraqê, Segvan Yusif, duh Înê ji Rûdawê re ragihand ku desteya wan piştî mêvandariya wan fermandaran raporeke din amade kir û sibe di civînê de tê rojevê.

Segvan Yusif got, "Hevpeymanên Îranê li parlamentoya Iraqê zêde ne. Ji ber wê nayê pêşbînîkirin parlamento karibe helwesteke tûnd li beramberî bombebaranên Îranê ên li ser axa Herêma Kurdistanê nîşan bide. Dawiya  dawî Parlamento tenê dikare bombebaranan şermezar bike.”

Di heman demê de Cîgirê duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdulla ji Rûdawê re ragihand ku Parlamento roja Şemiyê daxwaza helwestê li hikumeta Iraqê dike, eger nikare serweriya xwe biparêze, divê daxwazê ji civaka navdewletî bike ku wî karî bike.”

Şaxewan Ebdulla got, "Eger hikumeta Iraqê bixwaze, dikare li dijî bombebaranên Îranê, sûdê ji rêkeftina stratejîk ya li gel Washingtonê bibîne.