Rêjeya beşdariya di dengdana taybet de eşkere bû

08-10-2021
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Iraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdariya di dengdana taybet de belav kir û zêdetirîn rêje li Babilê û kêmtirîn jî li Enbarê bûye.

Li gor Komîsyona Hilbijartinê, rêjeya beşdariya di dengdana taybet de li Hewlêrê ji %75, Silêmanî ji %78 û li Duhokê jî ji %69 bûye.

Li gor amarên komîsyonê belav kirine, li Babilê rêjeya beşdariyê ji %80 bûye ku ev bilintirîn rêje ye û kêmtirîn beşdarî jî li Enbarê bûye ku wek ji %59 hatiye tomarkirin.

Li gor amarên ku komîsyonê belav kirine; rêjeya beşdariya di dengdana taybet de li Besre ji %66, li beşa Resafe ya Bexdayê ji %64 û beşa Kerx a Bexda ji %62, Mîsan ji %76, Qadisiye ji %74, Zîqar ji %72, Necef ji %69, Kerbela ji %74, Wasit ji %67 û li Musenna ji %73 bûye.

Li gor amarên hatine belavkirin, di dengdana taybet de, zêdetir ji yek milyon û 75 hezar karmendên hêzên emnî û serbazî, mafê dengdanê hebû û mafê dengdanê yê 120 hezar û 126 koçberan û 671 û herwiha mafê dengdanê yê 671 zindaniyan hebûye.

Li Herêma Kurdistanê, di dengdana taybet de zêdetirî 331 hezar û 600 kesî mafê dengdanê hebû ku 225 hezar û 851 ji hêzên emnî, 105 hezar û 754 koçber ku beşeke zêde Kurdên Êzidî ne û hejmareke kêm ya zindaniyan mafê dengdanê hebû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst