Serokê Komîsyona Hilbijartinan: Ti amûreke dengdanê ji kar neketiye

Bexda (Rûdaw) - Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Celîl Ednan Xelef ragihand, ku ti amûreke dengdanê di dema dengdana taybet de ji kar neketiye û hilbijartin ligor pîvanên navdewletî birêve diçe.

Celîl Ednan Xelef, li Bexdayê di dema serdana navendeke dengdanê de ji Rûdawê re ragihand: “Qet guşarek li ser dengdêran nîne û eger hebe jî berî min hûn dê jê agahdar bin. Lê, tekez qet pirsgirêk û guşarek nîne û hemû rêkxer û berpirsên navendên dengdanê li vir in.”

Xelef got: “Ji 7ê sibê ve heta niha hêzên emnî li vir in û rewş aram e. Hemû navend vekirî ne û qet pirsgirêkek nîne. Bi destûra Xweda em hilbijartineke di pîvanên navdewletî lidar dixin. Qet amûreke dengdanê ji kar neketiye û pirsgirêk nîne û pêvajoya dengdanê ya li Herêma Kurdistanê wek ya Besrayê ye.”

Ev gotinên Celîl Ednan Xelef, di demekê de ne ku, li Hewlêrê di dengdana taybet de çend amûrên dengdanê bo demkê ji kar ketin û piştre hatin çêkirin.

Herwiha Berpirsê Ofîsa Komîsyona Hilbijartinan a Duhokê ji Rûdawê re got: “Li hinek cihan pirsgirêkên teknîkî hene lê hejmara wan gelekî kêm e tîmên me ji bo çareseriyê dixebitin.”