UNAMI: Pêwîst e Iraqî dûr ji zext, gef û tirsandinê dengê xwe bidin

08-10-2021
RÛDAW
Nîşan Iraq UNAMI Hilbijartinên Iraqê 2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ofîsa Nûneratiya Netewên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) peyamek belav kir û ragihand, “pêwîst e Iraqî di rewşeke dûr ji zext, gef û tirsandinê û bi dilê xwe deng bidin.”

UNAMI îro bi helkefta birêveçûna dengdana taybet li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê, peyamek belav kir û hêvî kir, ku hemû xelkê Iraqê bikarin di rewşeke azad de dengê xwe bidin.

Di peyama xwe de UNAMI dibêje, “Di roja hilbijartinan de, pêwîst e Iraqî bi bawerî û bi dilê xwe, di rewşeke dûr ji zext û tirsandin û gefan de deng bidin.”

UNAMI tekez dike, “Dubare em daxwaz ji hemû aliyên peywendîdar dikin ku rêz ji azadiya hemû iraqiyan bigirin di dengdanê de, daku ew bixwe nûnerên xwe hilbijêrin.”

Îro demjimêr 07:00 li Herêma Kurdistanê û demjimêr 08:00 li beşên din ên Iraqê proseya dengdana taybet, ji bo hilbijartinên pêşwext ên parlamentoya Iraqê destpê kir û dê heta demjimêr 18:00 berdewam be.

Li Tevaya Iraqê milyonek û 75 hezar û 727 kes ji hêzên ewlekariyê mafên wan yê dengdanê heye. Herweha di zindanan de jî, 671 mafê wan yê dengdanê heye. Ew koçberên ku di wezareta koç û koçberan ya Iraqê de hatine tomarkirin û mafê wan yê dengdanê heye li 17 parêzgehan deng didin û hejmara wan 120 hezar û 126 kes in û piraniya wan li Herêma Kurdistanê ne.

Ji wê hejmarê, ji hêzên taybet zêdeyî 331 hezar û 600 dengder li Herêma Kurdistanê dikarin beşdariyê di dengdana taybet de bikin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst