Referandûmê nêrîna li ser hebûna leşkerên tirk jî guhert

08-10-2017
RÛDAW
Bexda
Bexda
Nîşan Bexda Iraq Tirkiye Başîk Referandûm
A+ A-

Bexda (Rûdaw) – Parlamento û hikûmeta Iraqê beriya niha biryara derxistina leşkerên Tirkiyê yên li Başîkê dabû. Lê piştî referandûma Kurdistanê nêrîna aliyên siyasî yên Iraqê hatiye guhertin. Piraniya wan dibêjin, “hebûna leşkerên tirk ji parçebûna Iraqê çêtire.”


Beriya destpêkirina operasyona Mûsilê, roja 4ê Cotmeha 2016ê, Parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan biryar da hêzên leşkerî yên Tirkiyê ji Başîkê werin derxistin. Lê piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê, hizbên Iraqê berovajî diaxivin.

 

Lîsteya Hizba De’wa yek jî fraksiyona Hevpeymaniya Nîştîmanî ye, ku piraniya desthilatên parlamento û hikûmetê di destê wan de ye. Serokê vê lîsteyê Xelef Ebdulsamed dibêje; “Hebûna leşkerên tirk li Başîkê ji parçebûna Iraqê çêtire. Ya giring yekrêzî ye, ji berku bi yekrêziyê dikarin hêzên biyanî ji welatê xwe derbixin.”

 

Divêya Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê rapora li ser hebûna hêzên Tirkiyê amade bikira û pêşkeşî serokatiya parlamentoyê bikira.

 

Lê endamê Komîsyona Ewlekarî û Berevaniyê Mihemed Salim dibêje: “Ji ber şerê DAIŞê me nekarî em bi vî karî ve mijûl bin. Lê piştî şerê DAIŞê emê li ser derxistina leşkerên Tirkiyê jî kar bikin.”

 

Partiyên tirkmenî piştgirî didin hebûna leşkerên Tirkiyê li Başîkê û diyar dikin, ku hêzên welatên cîran di şerê li dijî DAIŞê de rol lîstine.

 

Parlamenterê tirkmen Niyazî Mîmaroglu dibêje: “Em piştgirî didin biryara hikûmeta navendî lê hebûna hêzên Tirkiye, Îran û Sûriyê roleke herêmî nîşan dide. Hêvîdar in ev mijar bi hevfêmkirinê were çareserkirin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst