Dema derketina hêzên Amerîkayê ji Îraqê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê ragihand ku bi Amerîkayê re lihevkirinek çêbûye ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî dê heta dawiya sala 2025an, bi temamî ji axa Îraqê vekişin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê Sebhan Mela Ciyad ji Rûdawê re diyar kir ku hikûmeta Îraqê û Amerîkayê li ser vekişandina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê li hev kir.

Bi gotina Sebhan Mela Ciyad, bi taybet leşkerên Amerîkî yên di nav wan hêzan de dê heta dawiya 2025an ji axa Îraqê vekişin.

Sebhan Mela Ciyad da zanîn ku li gorî rêkeftinê dê hinek leşkerên Hevpeymaniya Navdewletî dawiya vê salê dest bi vekişînê bikin û ev pêvajo dê heta mehên dawî yên sala 2025an berdewam bike.

Sebhan Mula Ciyad eşkere kir ku Îaq û welatên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo îmzakirina peymana ewlehiyê ya dualî kar dikin û pêwendiyên wan dê tenê di warê leşkerî de sînordar nebin û dê bêne berfirehkirin.

“Çek û amûrên leşkerî dê li cem hêzên Îraqî bimînin”

Derbarê çarenivîsa çek û alavên ku Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li baregehên xwe li pey xwe hiştine jî Sebhan Mula Ciyad got, “Ev çek û amûr dê li cem hêzên Îraqî bimînin.”

Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebbasî jî îro ji El Erabiyê re axivî û got:

“Peymana bidawîkirina erka Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê dê di du qonaxan de pêk were.

Qonaxa yekem dê îsal dest pê bike û heta sala 2025an berdewam bike û qonaxa duyemîn jî dê di sala 2026an de bi dawî bibe.”

Îraqê despêka îsal ragihandibû ku bi Amerîkayê re lihevkirinek çêbûye ji bo bidawîkirina erka leşkerî ya hevpeymaniya bi pêşengiya Amerîkayê.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê jî dabû zanîn ku gerên danûstandinên ên navbera Amerîka û hikûmeta Îraqê bi awayekî serkeftî bi dawî hatin ku Tebaxa 2023an dest pî kiribûn.

Hebûna leşkerên Amerîkayê li Îraqê

Li gorî Peymana ku 2008an a di navbera Îraq û Amerîkayê de hatibû îmzekirin, pêwîst bû hêzên Amerîkayê heta 30ê Hezîrana 2009an ji wî welatî vekişe.

Daxwazên hin grûpên çekdar û aliyên siyasî yên Şîe yên ji bo vekişîna hêzên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji Îraqê nû nînin.

Lê ev daxwaz piştî êrişên Hemasê yên li Îsraîlê û êrişên Îsraîlê jî yên Xezeyê  zêde bû.