Muqteda Sedr bang li PDK û Serweriya Suneyan kir ku ji parlamentoyê vekişin

Hewlêr (Rûdaw) – Rêberê Tevgera Sedr, Muqteda Sedr bi rêya wezîrê xwe peyamek belav kir û daxwaz ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Serweriya Sune kir ku ji Parlamentoya Iraqê vekişin. Her wiha vegera parlamenterên xwe yên ku dest ji kar kişandine jî qedexe kir.

Salih Mihemed El-Iraqî yê ku wek wezîrê Muqteda Sedr jî tê naskirin îro Pêncşemê 8ê Îlona 2022an bi navê Sedr li ser hilweşandina Parlamentoya Iraqê peyamek belav kir.

Salih Mihemed El-Iraqî di peyamê de ragihand ku ew bi Çarçoveya Hevahengiyê re li hev nakin û got, “Ez dibêjim heger em dê vegerin, divê ji bo hevpeymanên me yên Sune û Kurd çareseriyeke têrker hebe lê ez bawer nakim ku bibe; heger wisa be, ne hewce ye ku em vegerin û tenê bi vekişîna wan (PDK û Serweriya Sune) re parlamento rewatiya xwe winda dike û yekser dê hilweşe.”

Di 12ê Hezîrana 2022an de, 73 parlamenterên fraksiyona Tevgera Sedr li dijî Çarçoveya Hevahengiyê ku rê li ber avakirina hikûmeteke pirraniya niştimanî ya ku dê Tevgera Sedr, PDK û Serweriya Suneyan ava bikirina digirt, dest ji kar kişandin.

Di 7ê Îlona 2022an de Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê giliya Tevgera Sedr a ji bo hilweşandina parlamentoya Iraqê bêyî rûniştin red kir.