BESRA - Rûdaw çû mala ciwanekî ku di xwepêşandanan de hatiye kuştin

08-09-2018
Besra
Besra
Nîşan Besra Iraq Xwepêşandan
A+ A-

Besra (Rûdaw) – Yek ji wan kuştiyên kesên di xwepêşandanên dawîn ên Besrayê de hatibû kuştin, gencekî 20 salî yê bi navê Mekî Yasir bû. Rûdawê serdana mala wî kir û bav û birayê wî behsa kuştina Mekî kirin.

 

Li taxa Beşîr a Besrayê taziyeya ciwanê bi navê Mekî Yasir hatiye danîn. Ew roja 3ê Îlonê di dema xwepêşandanan de bi guleya hêzên ewlekariyê hate kuştin.

 

Makî bi tevê 4 birayên xwe û herwiha dayik û bavê xwe di malekê de dijiyan. Ji roja ku ew hatiye kuştin heta niha dayika Mekî deriyê jûra wî girtiye û nahêle kes here wê odê.

 

Yasir Hisên ê bavê Mekî behsa wê kêliya li nexweşxaneyê dike ku kurê xwe li wir bê can dîtibû dike û dibêje: “Dîmenek pir nexweş û bi xof bû. Hêvîdar im tu kes tişteke wiha careke din nebîne. Ji bilî kurê min bi sedan kesên din birîndar û jehrî bibûn. Em li nexweşxaneyê bûn û nexweşxane tejî bû, cîh nebû. Her 3-4 kes li ser sîsemekê dirêjkirî bûn. Dema ez gihitşim Mekî miribû. Ti pizîşkek nehate ser. Ji xwe tenê du pizîşk û perestyarek hebû. Nedikarîn bigihin hewara bi sedan nexweş û birîndaran.”

 

Dema gule li Mekî dikeve, yekemîn car birayê wî Elî digihe ser û wî radike dibe nexweşxaneyê. Bi gotina Elî, birayê wî Mekî nedihişt ew tevlî xwepêşandanan bibin.

 

Elî Yasir dibêje: “Nedihişt ez tevlî xwepêşandanan bibim. Digot tu vegere mal ji ber ku hevjîna te heye û yê min nîne. Piştî gule lê ket yekemîn car ez çûme ser. Hêza Swat hat û dewsa ku alîkariyê bide me, êrîş kirin ser me. Lê xelkê ew li dora me dûrxistin.”

 

Di heman xwepêşandanê de li gel Mekî 5 kesên din jî bi guleyên hêzên ewlekariyê hatine kuştin. Ew li gel bi sedan xwepêşanderên din ji bo mafên xwe rijyabûne kolanan. Lê him negihiştine mafên xwe û him jî cerg û dilê malbata xwe şewitand.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst