Rewşa dawîn a Besra û Bexdayê

Hewlêr (Rûdaw) – Di xwepêşandanên duh bi şev ên li parêzgeha Besra ya Iraqê de 2 kesên din jî hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûn.

 

Her diçe rewşa parêzgeha Besrayê xiraptir dibe û nerazîbûnên gel ên li hember desthilata Bexdayê zêdetir dibe.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Besrayê Mistefa Goran ragihand: “Di xwepêşandanên şevê din de 2 kes hatine kuştin û 35 kes jî birîndar bûne. Nîgeraniyên xelkê berdewam dike û eger wiha berdewam bike tê çaverêkirin koçberbûn dest pê bike.”

 

Ji ber xwepêşandanan li Besrayê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

 

Peyamnêrê me got: “Rewş niha aramtir e û ji ber qedexeyê xwepêşandan jî kêmtir bûne. Hêzên ewlekariyê nehiştin xwepêşander herin ber avahiya konsulxaneya Amerîkayê.”

 

Xwepêşanderên Besrayê doh bi şev di dema xwepêşandanan de Konsulxaneya Îranê ya li Besrayê şewitandibûn.

 

 

 

 

Li Bexdayê jî rewş hestiyar e

 

Ji aliyê din ve li paytexta Iraqê Besrayê jî ji bo piştgiriya Besrayê xwepêşandan hatine kirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê Helkeft Ezîz ragihand: Xwepêşandanên li Bexdayê bi qasî 6 demjimêran ajot. Ji lewra li Bexdayê ji bo xwepêşandan belav nebin tedbîrên tund ên ewlekariyê hatine girtin.”

 

Peyamnêrê me da zanîn, ku xwepêşander xwe amade dikin îro jî çalakiyan lidar bixin.

 

Ji aliyê din ve serokê rêxistina Esaib Ehlê Heq Qeys Xezelî ragihand, ku amadekariyên wan ji bo xwepêşandaneke mezin heye.