Hewlêr (Rûdaw) – Fraksiyonên kurdistanî yên di Parlamentoya Iraqê de dixwazin bi Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re bicivin.
Serokê Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) di Parlamenntoya Iraqê de, Xesro Goran ji Rûdawê re ragihand, fraksiyonên kurdistanî dixwazin bi awayekê cuda ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bicivin.
Xesro Goran got, armanca fraksiyonên kurdistanî ji civîna ligel Ebadî, gengeşekirin derbarê pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê, û endamdana gotûbêjan derbarê çend mijarên têkildar bi pêwendiyên navbera her du aliyan û ji wan birrîna mûçeyên karmendan û bûdceya Herêma Kurdistanê û herwiha rêkevtina navbera her du aliyan di warê petrolê de ye.
Goran tekez kir, pêştir wan bi awayeke nefermî daxwaza civîneke wisa kiribûn, lê belê ji ber mijûlbûna Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, encamdana civînê bo demek guncaw hatibû paşxistin.
Serokê fraksiyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de da xuyakirin, ku renge îşev piştî civîna Heyder Ebadî ligel hemû fraksiyonan, em wek fraksiyonên kurdistanî daxwaza civînek taybet bikin.
Biryar bû îşev Serokwezîrê Iraqê saet 21:00 ligel serokên hemû fraksiyonên nava parlamentoyê bicive û di civînê de behsa pêşhatên herî dawî û rewşa siyasî, ewlehî û bernameya xwe bo reforman bike û nêrîn û helwestên xwe derbarê wan de bîne ziman.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse