UNITAD: Me li ser sûcên DAIŞê 40 terabayt belge qeyd kirine

08-08-2024
Nîşan UNITAD DAIŞ Îraq Belgekirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – UNITADê diyar kir ku wan li ser DAIŞê 40 terabayt belge qeyd kirine.

UNITAD (Tîma Neteweyên Yekbûyî ya Lêkolînên Tawanên DAIŞê) li ser kar û xebatên xwe yên li Îraqê daxuyanî da Rûdawê.

UNITADê da zanîn ku erkê wan ê li Îraqê dê li ser daxwaza Îraqê û bi biryara Neteweyên Yekbûyî 17ê Îlona 2024an biqede.

UNITAD ji sala 2017an ve li Îraqê li ser sûcên DAIŞê lêkolînan dike û li ser wan tawanan gelek belge dane hev.

UNITAD herwiha ji bo dîtina cihên gorên bikom ên ku DAIŞê kolane û parastina şahidan jî alîkariyê dide Îraqê.

UNITADê da zanîn ku wan belgeyên xwe bi berdewamî bi Îraqê re parve kirine û dema erkê wan xelas bû jî di hemû belgeyan bidin Hikûmeta Îraqê.

“68 gorên bikom hatine vedan”

UNITADê li ser xebatên xwe yên heta niha ev agahî dan:

“68 gorên bikom ên dema DAIŞê hatine vedan.

18 milyon belgeyên kaxezî yên li ser DAIŞê hatine dîjîtalkirin.

Herwiha gelek belge, wêne û dîmenên ku ketine destên hêzên Îraqê hatine arşîvkirin.”

“Me 40 terabayt belge dan hev”

UNITADê amaje pê kir ku wan karên serkeftî kirine û pê de çû:

“Me 40 terabayt belge dan hev. Ev jî nîşan dide ku em di wî erkî de serkeftî ne.

Helbet ev bi hevkariya berpirsên Îraqê hatiye kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst