Dêra Mar Matî bûye navendeke ayîn û geştyariyê

Mûsil (Rûdaw) - Dêra Mar Metî  dikeve bilindahiya çîyayê Meqlub û 35 kîlometre li bakûrê bajarê Mûsilê.

 

Ev dêra kevnare di sedeya 4an de ji aliyê Qeşe Mar Matî ve hatiye avakirin û bi dirêjahiya dîrokê Krîstiyanan ayînên xwe lê pêk anîne.

 

Dêra Mar Metî herwiha bûye navendeke encamdana merasîmên û bidestxistina aramiya rûhî ya bi xwendina lavan ji bo civaka Krîstiyanan.

 

Kefa Bîhnam a Krîstiyan jî ji Rûdawê re radigihîne ku bi hezaran kes ji bo pêkanîna heca xwe ji cihên cuda yên Iraqê berê xwe didin Dêra Mar Metî û diyar dike ku ne tenê Krîstiyan kesên ji olên din jî tên vê dêrê û daxwaza şefeetê dikin. Bîhnam dibêje, baweriya wan bi pîrozî û girîngiya Wedîs Meta heye û radigihîne ew ji bo daxwaza xêr û bereketa wedîs bi ser çiya ketine û gihiştina Dêra Mar Metî.

 

Termê Qeşe Mar Metî di nav wê dêrê de hatiye veşartin û kesên ku diçin wê dêrê bo dîtina gora wî zîncîrekê bi milên xwe girêdidin û daxwaz û hêviyên xwe tînin ziman.

 

Sala 2014an DAIŞê 5 kîlometre mabû ku bigihije Dêra Mar Metî, lêbelê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rê nedan û ew dêr parastin.

 

Medî Henna ku yek ji qeşeyên Dêra Mar Metî ye, diyar dike ku ev dêr ji 7 hezar rihban pêk dihat lêbelê niha tenê 4 rihban û mitran û beşeke karguzar. Ew qeşe amaje bi wê dike ku bi saya amadekarî û bergiriya hêzên Pêşmerge, çekdarên DAIŞê nekarîn nêzikî vê dêra li deşta Nînowa bibin û Pêşmergeyan ew dever parast.

 

Dêra Mar Matî, ji 40 holên mezin û kenîseyekê pêk tê û li ser rûberê 120 metre çargoşe hatiye avakirin. Niha 4 rihban tê de ne.

 

Xweşikahiya xwezaya vê dêrê serinca geştyarên biyanî jî dikişîne bo derbaskirina demekî xweş li bilindahiya Çiyayê Meqlub.

 

Welatiya bi navê Şêrî Godî jî ji wîlayeta Teksas a Amerîkayê li gel malbata xwe hatiye Kurdistanê bo dîtina Dêra Matî.

 

Şêrî Godî dibêje, ew gelek kêfxweş e bi dîtina vê xweza û devera xweş û herwiha hêvî dike ku di salên pêş de zêdetir girîngî pê bê dayîn û ev dêr bê parastin.

Dêra Mar Matî weke kevintirîn û mezintirîn dêr hatiye destnîşankirin li Herêma Kurdistanê û Iraqê.