Malikî ‘ji ber dijîtiya dewleta kurdî’ pesnê Sîsî da

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malikî, pesnê Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî dide ji ber ku “li dijî çêbûna dewleta kurdî” li Iraqê derketiye.

Serokomarê Misrê Ebdulfettah Sîsî, roja 7ê Tîrmeha îsal gotibû, eger referandom li ser ragihandina dewleta kurdî li Kurdistana Iraqê were lidarxistin dibe “destpêka karessat”a jihevbelavbûna Iraqê.

Li ser vê yekê, Nûrî Malikî îro bi telefonê spasiya Sîsî kir û ji ber vê yekê pesnê wî da.

Malikî her wiha ji Sîsî xwest ku alîkariya Iraqê bike ji bona ku ji rewşa niha rizgar bibe.

Hat zanîn, Malikî ji Sîsî re gotiye, “Iraq welatê te yê duyemîn e.”

Serokomarê Misrê jî ji Malikî re got ku “lraq welatê min ê yekemîn e nek duyemîn” û piştevaniya xwe ji Iraqê re nîşan daye û diyar kiriye, Msir di şerê li dijî DAIŞ û terorê de dê alîkariya Iraqê bike.

Ebdulfettah Sîsî her wiha ji Malikî xwest, hikûmeta nû ya Iraqê pêk bîne û da zanîn, Wezîrê Derve yê Misrê dê serdana Bexdayê bike.