Mistefa Kazimî: Me gelek pirsgirêkên xwe bi Herêma Kurdistanê re çareser kirine

08-06-2022
RÛDAW
Nîşan Mistefa Kazimî Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di demekê de ku danûstandinên navbera hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê berdewam in, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku wan ji sedî 90 pirsgirêkên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re çareser kirine û ji sedî 10 nêrînên cuda û lihevnekirin hene.

Mistefa Kazimî li ser hevdîtinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de daxuyaniyeke çapemeniyê da û got, ‘’Asayî ye ku nêrînên me cuda bin. Em li ser hin mijaran cuda difikirin. Hikûmeta me bi biryarên Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê re ye. Ji bo ku çareseriyeke di berjewendiya me hemûyan de pêş bikeve, divê Hikûmeta Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê danûstandinên xwe bidomînin."

Kazimî bal kişand li ser giringiya baweriya di navbera aliyan ya di danûstandinên şandên Hewlêr-Bexdayê de û got, “Divê em li ser pêşxistina çareseriyan ya di demeke kurt de bin. Ez dikarim bibêjim ku me ji sedî 90 pirsgirêkên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re çareser kirine lê ji sedî 10 l nêrînên cuda û lihevnekirin hene. Ji bo çareserkirina nakokiyên xwe em danûstandinan dikin."

Herêma Kurdistanê pirsgirêkên mezin bi hikûmeta Iraqê re hene, bi taybetî li ser yasaya neft û gazê ya di sala 2007an de derxistiye ku rê dide Herêma Kurdistanê bikaribe çavkaniyên xwe yên neft û gazê birêve bibe û pêş bixe.

Di meha Sibatê de Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê qanûna neft û gazê ya Herêma Kurdistanê wek "nedestûrî" bi nav kiribû û bi vî awayî bingeha yasayî ya serxwebûna sektora neft û gazê ya Herêma Kurdistanê ji holê rakiribû. Ev biryar rastî berteka rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst