VÎDEO – DAIŞê bi boldozeran û TNT perestgeha 3 hezar salî rûxand
Navenda Nûçeyan – DAIŞê perestgeha kevnar a Nabo li Mûsilê ku vedigere bo zêdetir ji 3 hezar salan, rûxand.
Endam û alîgirên rêxistina Dewleta Xelafeta Îslamî (DAIŞ) li ser hesabê xwe yên di torên civakî yên Facebook û Twitterê de çend wêneyên dema rûxandin û wêrankirina Perestgeha Nabo li bajarê kevnar ê Nemrûd li deşta Mûsilê belav kirin.
Di wêneyan de derdikeve, ku rêxistina DAIŞê bi loder û boldozeran Peresteha çend hezar salî ya Nabo ku vedigere bo serdema kevnar a Aşûrî û Babiliyan, dirûxîne.
Herwiha DAIŞê vîdeoyek jî belav kiriye, ku tê de xuya dibe, ku beşek ji Perestgeha Nabo bi rêya teqemeniya TNT tê teqandin.
Li gor baweriyên kevnar, Nabo yek ji xwedayên iraqa kevn û xwedayê nivîsîn û zanînê bûye û vedigere bo serdema zêdetir ji 1 hezar sal berî zayîna Hz Mesîh. Babiliyan di serdemên berê de, Nabo wek kurê xweda Merdox nas dikirin ku neviyê Îya yê xweda ye.
Di her du serdemên Aşûrî û Babiliyên Nû de, li Mezopotamiya hejmarek perestgeh ji Nabo yê xweda re hatibûn avakirin.
Ew ne cara yekemîn e ku DAIŞ dest bi rêxana şûnwarên kevnar û dîrokî dike. Ji dema ku DAIŞê Mûsil kontrol kiriye, çekdarên wê rêxistinê çend şûnwarên dîrokî yên ku vedigerin bo salên berî zayînê, rûxandin û herwiha çend parçe şûnwarên di Mozexaneya Mûsilê de jî ku yên berî 8 hezar salî bûn, şikandin.
DAIŞê dibêje, ew şûnwarên dîrokî wek butên netewên serdemên berê ne, lê berpirsên Iraqê jî dibêjin, ku DAIŞ di bin wan karên xwe de, bazirganiyê bi parçe şûnwarên dîrokî dike.