Krîstiyanên Deşta Neynewayê careke din koçber dibin
Neynewa (Rûdaw) - Rojane malbatên Kristiyan yên Deşta Neynewa ji navçeyên xwe derdikevin û koçber û penaber dibin.
Li gorî amarên Dêra Tilkêfê li dema 10 rojên borî de 150 welatiyên Kristiyan ji navçeyê ber bi welatên derve bar kirine ku piraniya wan jî bi rêyên qaçax.
Bi gotina qeşeyekî sedemên Koçkirina Kiristiyanan jî nebûna aramiyê û kêmiya xizmetguzariyan e.
Berî şerê DAIŞê zêdetir ji 5 hezar Krîstiyan li Tilkêf, Hemdaniye û çend deverên din yên Deşta Neynewa hebûn.
Karkerê bi navê Dilşad Gorgî dibêje, “Min nedixwast derkevim, lê me ev rewş dît… birayê min ê biçûk yek li Holanda, yek li Almanya û pismamek min li Awistralyayê ye. Lewma ji ber vê rewşa xerab min got ez jî dê derkevim.”
Jineke Krîstiyan a bi navê Evîn Hemîd ku mamoste ye, dibêje, “beriya niha malbata min 9 kes li vir bûn. Niha ez bi tenê me” û diyar dike ku beşek ji malbata wê li Urdinê ye û beşek jî li Australya.
Li gor amarên Kargêriya Xwecihî ya Tilkêfê nêzîkî du hezar malbat vegeriyane û di heyama du salan de ye 2 kenîsên li Deşta Neynewa hatine avakirin. Bi rêya wab cihên ayînî hewl tê dayîn ku Krîstiyan welatê xwe bicî nehêlin.
Qeşe Şahir, Berpirsê Kenîseya Tilkêf, dibêje, “Bê guman malên wan hatine wêrankirin, kenîse têk çûyîne û niha derfetek nîne, derfetên kar ji bo wan nînin da ku bikarin. Ên din jî li Herêma Kurdistanê ne û yên din jî li Mûsilê û jiyan gelek zehmet e.”
Piraniya kolanên Deşta Neynewa yên Krîstiyanan vasla û bê kes tên dîtin û bi dehan hemwelatiyên Krîstiyan jî hene ku li Mûsilê takane dijîn.