Adil Ebdulmehdî hikûmet radestî Mistefa Kazimî kir

08-05-2020
RÛDAW
Nîşan Iraq Adil Ebdulmehdî Mistefa Kazimî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Merasima radestkirina posta serokwezîrtiyên Iraqê ji aliyê Adil Ebdulmehdî bo serokwezîrê nû Mistefa Kazimî li Bexdayê birêve çû. Kazimî got, me sond xwariye ku vî welatî biparêzin.

Di daxuyaniyekê de, ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî ragihand ku merasima radestkirina posta serokwezîriyê li koşka serokatiya hikûmetê û bi amadebûna serokwezîrê Iraqê yê nû û serokwezîrê dest ji kar berdayî hat lidarxistin.

Li gor daxuyaniyê, Mistefa Kazimî di wê merasimê de ragihand ku wî sond xwariya Iraqê biparêze. Kazimî got: “Me sond xwariye ku vî welatî biparêzin û aramiyê bo hemwelatiyan dabîn bikin, û wê peyamê bighînin ku ew hikûmet dê bo peydakirina jiyaneke parstî û rûbirûbûna astengî û zehmetiyên di warên ewlehî, aborî û tendirustiyê de ku rastî welat tên, kar bike.”

Serokwezîrê Iraqê yê berê Adil Ebdulemhdî jî ku posta serokwezîrtiyê radestî Mistefa Kazimî kir, pîrozbahî li Kazimî û hikûmeta wî kir û amaje bi wê yekê da ku kesên jêhatî di kabîneya nû de hene û daxwaza ji kabîneya berê jî kir ku di wergirtina berpirsatiyên nû de alîkariya wezîrên nû bikin,

Adil Ebdulmehdî proseya pevguhertina desthilatê wek “karekî giring û rûyekî baş ê proseya demokrasiyê” bi nav kir.

Parlamentoya Iraqê roja 7ê Gulanê bi piraniya dengan bawerî da kabîneya Mistefa Kazimî. Di civîna parlamentoyê de, 15 wezîran ji koma 23 wezaretan bawerî ji parlamentoyê wergirtin, 5 wezîr hatin redkirin û cihê 3 wezîran jî betal maye û hêj ti kandîdek bo wan nehatiye destnîşankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst