Wezîrên kurd civîna Encumena Wezîran baykot dikin

Bexda (Rûdaw) - Wezîrê Koç û Koçberan yê Iraqê ragihand ku wezîrên Kurd beşdarî kombûnên encumena wezîran a Iraqê nakin û wan civînan boykot dikin.

Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemmed ji Rûdawê re ragihand ku biryar e îro roja Yekşemê encumena wezîrên Iraqê kom bibe, lê belê hersê wezîrên kurd di nava hikûmeta Iraqê de beşdarî civîna encumena wezîran nakin.

Derbaz Mihemed got, sedema beşdarnebûna wan vedigere ser van pirsgirêkên ku di çend mehên derbasbûyî de bi ser hev de hatin.

Fraksiyonên kurdî yên perlemana Iraqê piştî civîna li Silêmaniyê daxwaz kirin ku wezîrên Kurd beşdarî civînên hikûmeta Iraqê nebin.

Wezîrê Koç û Koçberan yê îraqê herwiha got, beşdarnebûna wan di civînan de weke bersivekê ye ji bo wan pirsgirêkên ku bi ser pêvajoya siyasî de hatine.