Nêçîrvan Barzanî û Sûdanî rêkeftina hinardekirina petrolê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya hevdîtinê xwe yê îro de ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî,  Serokê Tevgera Hîkmê Seyîd Emmar Hekîm, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Desthilata Dadweriyê Fayiq Zêdan civiya. Serokê Herêmê û Serokwezîrê Iraqê tekezî li ser cîbicîkirina rêkeftina hinardekirina petrolê dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an ji bo beşdarkirina du merasîman bibe ku ew jî 42emîn salvegera damezrandina rêxistina Bedr û salvegera kuştina Mihemed Baqir Sedr in serdana Bexdayê kir û li wê derê ligel çend rayedarên Iraqê hevdîtin pêk anî.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê li Bexdayê di berdewamiya ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî piştgîriya Herêma Kurdistanê bo Serokwezîr û Hikûmeta Federal a Iraqê û cîbicîkirina karnameya wê dubare kir.

Nêçîrvan Barzanî pesnê hewlên  Sûdanî ji bo cîbicîkirina karnameya hikûmetê û rêkeftina siyasî ya hevpeymaniya birêvebirinê da.

Sûdanî jî spasî kir ku ji bo Nêçîrvan Barzanî û hewlên wî yên berdewam ji bo nêzîkkirina aliyan û çareserkirina pirsgirêkan nîşan daye.

Serokwezîrê Iraqê di heman demê de tekezî li ser berdewamiya diyaloga di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de ji bo çareserkirina pirsgirêkan kir.

Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin ku  “Her du alî hevnêrîn bûn li ser pêwîstiya cîbicîkirina rêkeftina destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û piştevaniya aliyên siyasî yên li Encûnema Nûneran ji bo derbaskirina yasaya bûdceya Iraqê. Her wiha tekezî li ser berdewamiya hevkariyên hevbeş ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de di hemû waran de kirin.”

Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Tevgera Hîkmê Seyîd Emmar Hekîm civiyan

Di civînê de rewşa siyasî ya welat, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û rêkeftina herî dawî ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Iraqê ya ji bo destpêkirina hinartina petrolê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan li hevtêgihiştin û diyaloga Hewlêr-Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê û hemû pirsgirêkên welat bi pêwîst û erênî zanîn û tekez li ser girîngiya cîbicîkirina karnameya hikûmetê û piştevanîkirina aliyan ji bo derbaskirina yasaya bûdceyê li Parlamentoya Iraqê kirin.

Di hevdîtinê de, herwiha, peywendiyên di navbera Iraq û welatên cîran û rewşa navçeyê bi giştî hatin gotûbêjkirin. 

Nêçîrvan Barzanî û Fayiq Zêdan rêkeftina hinartina petrolê gotûbêj

 

Nêçîrvan Barzanî li bajarê Bexdayê, di civînekê de ligel Serokê Desthilata Dadweriyê li Iraqê Fayiq Zêdan li behsa rewşa giştî û dawî pêşhateyên herêmî û rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo destpêkirina hinartina petrolê kirin û bîr û ramanan li hev guhertin.

Her du alî li ser girîngiya rola erênî ya Desthilata Dadwerî di nêzîkkirina nêrînan ji bo çareserkirina pirsgirêkên welat hemfikir bûn û tekezî li ser pêwîstiya piştevaniya hemûyan ji bo cîbicîkirina karnameya Hikûmeta Federal kirin.

Pêşhatên dawî yên diyaloga Hewlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera wan de, aliyekî din yê civînê bû.

Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Helbûsî projeyasaya bûdceyê gotûbêj kirin

Nêçîrvan Barzanî û  Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî jî hevdîtinek pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de guftûgo li ser projeyasaya bûdceya Iraqê kirin ku niha ji bo dengdanê li Encûmena Nûneran e.

Her du alî hevnêrîn bû li ser giringiya derxistina wê yasayê, ku dê roleke wê ya bibandor di başkirina rewşa darayî û vegerandina kar û projeyan de hebe.

Di civînê de gotûbêj li ser rêkeftina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de jî hatin kirin û di vê derbarê de bal kişandin ser wê yekê ku derenketina cibicîkirina rêkeftinê, dê bandoreke neyînî li ser tevahiya dahata Iraqê bike."

Herwiha pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û rewşa Iraqê û navçeyê jî mijareke din a hevdîtinê bû.