Nêçîrvan Barzanî û Nûrî Malikî karnameya Hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin

08-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Nûrî Malikî civiya û di wê hevdîtinê de herdu aliyan pêngavên cîbicîkirina karnameya hikûmeta Iraqê gotûbêj kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an ji bo beşdarkirina du merasîman bibe ku ew jî 42emîn salvegera damezrandina rêxistina Bedr û salvegera kuştina Mihemed Baqir Sedr in serdana Bexdayê kir.

Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê ligel Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî civiya.

L gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de pêşhatên dawî yên rewşa siyasî ya Iraqê, astengiyên vê qonaxê û pêngavên cîbicîkirina karnameya Hikûmeta Federal a Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirn ku herdu aliyan tekez li ser girîngiya hevdengî û hevkariya hevbeş di navbera hêz û aliyên siyasî yên Iraqê kirin ji bo derbaskirina dijwariyan û vedîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkên welat.

Peywendiyên Hewlêr û Bexdayê û pêşhatên dawî yên li navçeyê bi giştî mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst