Serokê Herêma Kurdistanê dê li Bexdayê bi çar serokatiyên Iraqê re bicive

08-04-2023
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê dê îro serdana Bexdayê bike û bi çar serokatiyên Iraqê re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Şemiyê 8ê Nîsana 2023an serdana Bexda ya paytexta Iraqê dike. Li gorî agahiyên Rûdawê, Serokê Herêma Kurdistanê dê beşdarî du merasîman bibe ku ew jî 42emîn salvegera damezrandina rêxistina Bedr û salvegera kuştina Mihemed Baqir Sedr in.

Nêçîrvan Barzanî dê di her du merasîman de gotaran pêşkeş bike ku yek di demjimêr 10:00an de ye û ya din jî di demjimêr 15:00an de ye.

Serokê Herêma Kurdistanê dê li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, Serokomarê Iraqê
Abdulletîf Reşîd, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Serokê Encûmena Bilind a Dadwerî Fayiq Zeydan re bicive.

Serokê Herêma Kurdistanê 21ê Çileya 2023an serdana Bexdayê kiribû û çend hevdîtin bi Serokwezîr û Serokê Parlamentoya Iraqê re kiribûn.

Serdana îro ya Serokê Herêma Kurdistanê piştî rêkeftina 4ê Nîsanê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê ya derbarê destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê de têye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst