John Kerry ligel Nêçîrvan Barzanî û Ebadî civiya

Bexda (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry li Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê de hewl dide.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry îro serdana Bexdayê kir û li wê derê di civînên cuda de hevdîtin ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî pêk anî.

John Kerry piştî hevdîtinan daxuyanî da û amaje kir ku rêxistina DAIŞê lawa bûye û wiha got: “Hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê çend navendên DAIŞê û taybetî jî li Mûsilê kirine armanca xwe. Çekdarên DAIŞê neçar maye ji çend herêman vekişin.”

Keryy diyar kir ku DAIŞ ji aliyê aboriyê ve jî lawaz bûye û got, hêzên hevpeymaniyê bi awayekî cidî li ser operasyonên li hemberî DAIŞê berdewan be û teybetî jî li hemberî berpirsên pilebilind ên rêxistine.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê da xuyakirin ku ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî behsa operasyona rizagarkirina Mûsilê kirine û got, ji bo koçberan 150 milyon doldar dane Iraqê.

Herwiha Kerry da zanîn ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî mijara kirîza darayî ya li Herêma Kurdistanê gotûbêj kirine.

Serokwezîr Barzanî û şanda pê re îro hatin Bexdayê. Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Husên ragihand, dê bi rayedarên Iraqê re hevdîtinan bikin.

John Kerry ji şerê li dijî DAIŞê û çareserkirina kirîz di navbera Hewlêr û Bexdayê hatiye.