Papa Francis vedigere Vatîkanê

Hewlêr (Rûdaw) - Papayê Vatîkanê Papa Francis dawî bi geşta xwe ya 3 rojî ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê tîne û vedigere. Biryar e demjimêr 09.30 xulek firokeya Papa Francis ji Bexdayê ber bi Romayê ve birê dikeve.

Li Firokexaneya Bexdayê merasîmek ji bo malavîkirina Papa Francis bi amadebûna Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Wezîrê Derve yê Fuad Husên û çendîn berpirsên din birêve diçe.

Demjimêr 09.30 xulek Papa Francis ji firokexaneyê birê dikeve û demjimêr 12.30 digihe Romaya paytexta Îtalyayê.

Sibeha roja Yekşemê (07.03.2021) Papayê Vatîkanê Papa Francis ji Bexdayê gihişt Herêma Kurdistanê û li Hewlêrê ji aliyê Serok, Serokwezîr û berpirsên din û nûnerên pêkhateyan ve hat pêşwazîkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di dema pêşwazîkirinê de ji Papa re ragihand, “Em bi hemû pêkhateyên Kurdistanê ve şanazî bi serdana re dikin û.. her tim li gel aştî û diyalogê ne.”

Piştî serdana bo Hewlêrê, Papa Francis li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr û berpirsên din ve malavayî lê hat kirin.