Îraq dixwaze hêzên biyanî ji axa wê derkevin?

08-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq Amerîka Grûpên Çekdar Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dûmana şerê Xezeyê her ku diçe asmanê siberoja Îraqê tarîtir dike.

Careke din xwîn ketiye navbera grûpên çekdar ên Îraqî yên alîgirê Îranê û hêzên Amerîkayê.

Ew bi dronên bombebarkirî û mûşekan êriş dikin û Amerîka jî bi êrişên asmanî yên dijwar bersiva wan dide.

Grûpên çekdar piştî derbên tund ên Hêza Asmanî ya Amerîkayê, dibêjin êdî çûyîna heta hetayê ya Amerîkayê lazim e û divê hêzên hevpeymanên wê ji Îraqê biçin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ku zêdeyî salek berî niha bi piştgiriya hêzên alîgirên Îranê hat ser desthilatê, niha bi wan re hevdeng e.

Sûdanî dibêje, divê ji bo ku hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka serkirdayetiya wê dike, Îraqê terk bikin gavan biavêjin.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî anî ziman:

“Ev pabendbûnek e ku hikûmet jê venakişe û qet tiştekî piştguh nake ji bo temamkirina serweriya niştimanî ya xwe bi ser ax, eaman û avên Îraqa me ya ezîz de.”

Pisporekî karûbarên Rojhilata Navîn di wê baweriyê de ye ku eger vekişîna hêzên Amerîka û hevpeymanên wê ji Îraqê biçe serî, li herêmê dê barê Amerîkayê giran bibe.

Profesorê Karûbarên Welatên Erebî yê Zanîngeha Ningxiayê ya Çînê Niu Xinchun got:

“Eger Îraq bi awayekî serkeftî Amerîkayê derxe, dibe ku bandorê li Sûriyeyê bike û Sûriyeyî jî hewl bidin hêzên Amerîkayê derxin.”

Hêzên Amerîkayê li Îraq, Sûriye, Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji 17ê Çiriya Pêşîna sala borî ve, zêdeyî 120 car'i ketine ber êrişên dron û mûşekî yên grûpên çekdar ku xwe wekî piştevanên Xezeyê dibînin.

Di wan êrişan de mitaehîtekî Amerîkî canê xwe ji dest da û 69 leşkerên Amerîkî bi sivikî birîndar bûn.

Grûpeke Şîe ku xwe wekî Berxwedana Îslamî ya Îraqê bi nav dike, berpirsyariya piraniya wan êrişan li xwe girtiye.

Amerîkayê jî wekî tolhildanê gurzê xwe weşandiye û herî kêm 34 çekdar kuştine.

Amerîkayê li Sûriyeyê jî 3 caran bi dron û firokeyan êrişên asmanî birine ser baregah û depoyên çekan ên grûpên çekdar û herî kêm 17 çekdar kuştine.

Li Îraqê 17 çekdar kuştine

Amerîkayê di 3 êrişên din de jî li Îraqê 17 çekdar kuştine.

Êriş li Sûriyeyê li Elbûkemal, Dêrezor û Meyadîn, li Îraqê jî li Ebû Xirêb, Kerkûk û Bexdayê bûn.

Berpirsên Amerîkayê behsa wê yekê dikin ku Washingtonê destpêkê nexwestiye bi dijwarî bersiva êrişên grûpên çekdar bide da ku nebe sedema berfirehbûna tevlîheviya li Rojhilata Navîn.

Lê li gorî Washingtonê, êrişa 8ê Çiriya Paşîna 2023yan a li ser Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê, derbaskirina xeta sor bû.

Piştî wê êrişê wezîrên karên derve û parastinê yên Amerîkayê bi Mihemed Şiya Sûdanî re axivîn û wan jê xwest, Îraq hêzên wan biparêze, eger na, ew wekî mafê xwe dibînin wî erkî wergirin û parastina xwe bikin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller got:

“Em pêşbînî dikin ku Hikûmeta Îraqê li dijî wan grûpan gavan biavêje ku çend êriş birine ser hêzên Amerîkayê û ya herî nû jî êrişa ser Balyozxaneya Amerîkayê ya Îraqê bû.

Eger hikûmet tiştekî neke, em dê ji bo parastina leşker û karmendên xwe yên li Îraqê wan pêngavên ku pêwîst in bêyî dudilî bi cih dikin.”

Amerîka 2 grûpên nav Heşdî Şebiyê wekî tohmetbarê sereke dibîne, ew jî Lîwaya Hizbulahê û Tevgera Nucebayê ne ku bûne armanca sereke ya firokeyên şer û dronên Amerîkayê.

Êrişa dawî ya Amerîkayê jî birîneke çar sal berî niha ya grûpên çekdar vekir.

Di çaremîn salvegera kuştina Fermandarê Feyleqa Qudsê ya Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Şaabî Ebû Mehdî Muhendîs de, droneke Amerîkî baregaheke Tevgera Nucebayê ya li Bexdayê kir armanc.

Di vê êrişê de Alîkarê Fermandarê Operasyonên Bexdayê yê Heşdî Şebiyê Muştaq Talib Seîdî hat kuştin.

Wê êrişê wiha kir ku grûpên çekdar bikevin tevgerê û gûşarên xwe ji bo vekişîna hêzên Amerîkayê tundtir bikin.

Nûnerê Heşdî Şebiyê yê Kerkûkê Sadiq Necefî got:

“Em destê xwe dixin nav destê serokwezîr û hikûmeta Îraqê û ji wan re dibêjin, 'Em bi we re ne, li pişt we ne, da ku vî dijminê bêqidoş derxin derve.'”

Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî her ew in ku sala 2014an Hikûmeta Bexdayê daxwaz ji wan kiribû bên Îraqê da ku di şerê dijî DAIŞê de bibin hevkar.

Hikûmet dibêje, gefa DAIŞê wekî wê demê nemaye û êdî pêwîstiya wan bi wan hêzan nîne.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, heta niha jî di navbera 5 hezar heta 7 hezaran de çekdarên DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê hene.

Pisporekî grûpên çekdar jî hişyariya wê yekê dide ku dibe vekişîna hêzên hevpeyman rê li ber vegera DAIŞê veke.

Pisporê mijara grûpên çekdar Raîd Hamid anî ziman:

“Metirsî, egerên vegera rêxistina DAIŞê û kontrolkirina bajaran e, bi taybetî li parêzgehên bakur û bakurê rojavayê Îraqê, wate li parêzgehên Suneyan ev metirsî heye.

Ji ber ku sala 2014an Hevpeymaniya Navneteweyî roleke gelekî mezin di bezandina rêxistina DAIŞê de dît, vekişîna van hêzan dê metirsiyê zêde bike.”

Hevpeymaniya Navneteweyî ku 86 endamên wê hene, ji sala 2021ê ve erkê wê yê şerkirinê nemaye û veguheriye ji bo şêwirmendî û rahênana Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê.

Di wê çarçoveyê de du hezar û 500 leşkerên Amerîkayê û 500 leşkerên 20 welatên din ên nav hevpeymaniyê, li van çar cihan hatine bicihkirin.

-              Derdora Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê

-              Baregeha Esmanî ya Eyn Esedê ya li parêzgeha Enbara li rojavayê Îraqê

-              Baregeha Union 3yê ya li Herêma Kesk a Bexdayê

-              Navenda Piştevaniya Dîplomasiyê ya li Balafirgeha Bexdayê

Li gorî Balyozê berê yê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî Feysel Îstrabadî, Amerîka ne amade ye di vê demê de meydanê ji Îranê re vala bike.

“Îran her tim dixwaze Îraq lawaz û nearam be”

Balyozê berê yê Îraqê yê Neteweyên Yekbûyî Feysel Îstrabadî got:

“Bi wî karî Amerîka li Îraqê serkeftineke stratejîk dide Îranê. Bawer nakim îdareya niha ya Amerîkayê wî karî bike, bi taybetî ku îsal hilbijartin tên kirin.

Yek ji wan tiştên ku bi baweriya min gelek ji wan kesên çîna siyasî ya Îraqê nikarîne li ber çav bigirin ew e ku Îraqeke lawaz û ne aram her tim ji bo Îranê girîng e. Îran her tim dixwaze Îraq lawaz û nearam be.”

Amerîka dibêje, ew Îraqê wekî hevbeşeke girîng dibînin û heta niha ti daxwazeke fermî negihiştiye ber destê wan ji bo vekişîna hêzên wan.

Di navbera hiştina hevpeymaniya stratejîk li gel Washingtonê û jidestnedana piştevaniya grûpên çekdar ên alîgirên Îranê de, ne xuyaye ka gelo Sûdanî li ser daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê cidî ye yan tenê ji bo xweşkirina dilê grûpên çekdar e ku heta birîna kuştina çekdar û fermandarên wan tê pêçan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst