Berdevkê Serokwezîrê Iraqê: Moşek arasteyî binkeyên Eyn Esed û Herîr hatine kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Adil Ebdulmehdî, Serokwezîrê Iraqê yê Karbirêker dibêje, moşekên Îranê arasteyî binkeyên serbazî ya Eyn Esed û binkeya Herîr li Hewlêrê, hatine kirin.  

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê ragihand, demek kurt piştî nîvê şevê, bi şêweyekî zarekî nameyeke fermî ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve gihiştiye destê wan ku tê de dihat gotin, “Bersivdayîna wî welatî bo terorkirina şehîd Qasim Sulêymanî, dest pê kiriye yan jî kêmek din dest pê dike. Ew jî ku êrişeke sînordar dibe û tenê wan navçeyan dike armanc ku hêzên Amerîkî tê de ne li Iraqê, bêyî ku binkeyan diyar bike.”

Berdevkê Fermandarê Hêzên Çekdar ên Iraqê dibêje, “Her di heman demê de, telefonek ji aliyê Amerîkayê ve bo wan hat ku di wê dema moşek diketin xwarê bi ser beşa taybet a hêzên Amerîkî li herdu binkeyên Eyn Esed li Enbarê û binkeya Herîr li Hewlêrê û navçeyên din jî.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Heta niha ti raporteke me derbarê ziyana giyanî ya hêzên Iraqî û hêzên hevpeyman negihiştiye ber destê me.”

Herwiha hatiye gotin, “Iraq li dijî binpêkirina serweriya welat e û bi temamî hewl dide bo rêgirî bike li gurrbûna rewşê.”