Bengîn Rêkanî dê Wezareta Dadê ya Iraqê jî birêve bibe

Hewlêr (Rûdaw) - Bi biryara Serokwezîrê Iraqê, Adil Ebdulmehdî, Wezîrê Avedankirin û Nîştecîbûn û Şaredariyan Bengîn Rêkanî bi awayekî demkî Wezareta Dadê jî birêve dibe.

 

Li gor nivîseke fermî ya Serokayetiya Encûmena Wezîran a Iraqê, ku îmzeya Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî li ser e, Wezîrê Avedankirin û Nîştecîbûn û Şaredariyan ji bo birêvebirina Wezareta Dadê bi awayekî demkî hatiye erkdarkirin.

 

Di vê nivîsa serokatiya civata wezîran a Iraqê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, ku Bengîn Rêkanê dê heta wê dema ku berbijêrên wezaretên mayî li parlemana Iraqê têne pesendkirin, karûbarên Wezareta Dadê bi wekalet birêve bibe.

 

Bengîn Rêkanî jî di daxuyaniyekê de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re piştrast kir, ku ew bi awayekî demekî dibe wezîrê dadê yê Iraqê.

 

Bengîn Rêkanî li ser pişka Partiya Demokrata Kurdistanê, di kabîneya serokwezîr Adil Ebdulmehdî de posta Wezareta Avedankirin û Nîştecîbûn û Şaredariyan wergirtiye. PDKê herwiha di kabîneya hikûmeta Iraqê de, posta Wezareta Darayî jî wergirtiye û Dr. Fuad Husên weke wezîrê darayî yê Iraqê dest bi kar bûye.

 

Pêştir hin rayedarên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ragihandibûn, ku ew weke pişka xwe di kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê de daxwaz awergirtina posta Wezareta Dadê dikin.