Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî xwest rahênerên ku li herêma Başîkê perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge bimînin û yekîneya ku ji derveyê koordînasyonê li wê herêmê axa Iraqê terk bikin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî û Wezîrê Derve yê Almanya Frank Walter Steinmeier li Bexdayê civiyan piştî civînê daxuyaniyek hevbeş dan û pirsên rojnamevanan bersivandin. Caferî daxwaza Iraqê ya vekişandina yekîneya hêza tirk li herêma Başikê dubare kir.
Îbrahîm Caferî wiha got: “Em dixwazin leşkerên tirk ên ku ji derveyê koordînasyona ligel Iraqê hatine, paşve vekişin. Ev daxwaza me ji derveye leşkerên tirk ên rahêneriyê dikin e.”
Caferî derbarê rahênerên tirk ên perwerdeya leşkerî didin pêşmerge de wiha got: “Mijara rahêneran cuda ye. Ji gelek welatan rahêner hene. Me rahêner weke prensip qebûl kir ango ne ji bo weke hêzên bejayî derbasî aza Iraqê bibin.”
Par Parlamentoya Almanya rê da hikûmeta welatê xwe ku heta 100 leşkeran bişîne Herêma Kurdistanê bo perwerdekirina Hêzên Pêşmerge, lê li gorî agahiyên Rûdawê, ji niha û pê de dê bi berdewamî 150 şêwirmend û leşkerên almanî li Herêma Kurdistanê bin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse